RIHA – Endamê Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Çerko Mîmkara û 4 kesên li gel wî piştî 12 rojan hatin girtin. 4 kesên din jî hatin berdan.
Di 29’ê adarê de li Navçeya Siwêregê ya Rihayê di serdegirtina malan de Endamê Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) HDP’ê û Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Çerko Mîmkara û yên li gel wî Xebat Mîmkara, Tevbûn Mîmkara, Şehrîban Mîmkara, Ilyas Korkmaz, Levent Korkmaz, Cemîl Bazer, Halîl Delen û Ayşe Guler hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan piştî 12 rojan derxistin Dadgeha Rihayê.
5 KES HATIN GIRTIN
Dozger îfadeya her 9 kesan girt û bi îdayên “Endamên rêxistinê ne”, “Beşdarî çalakî û xebatên rêxistinê bûne” û “Propaganda rêxistinê kirine” xwest bên girtin û sewqî dadgehê kir. Tevbûn Mîmkara, Şehrîban Mîmkara, Ayşe Guler û Halîl Delen bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Çerko Mîmkara, Xebat Mîmkara, Ilyas Korkmaz, Levent Korkmaz û Cemîl Bazer bi heman hêcetan hatin girtin û şandin girtîgehê.