SÊRT - Mazbata Hevşaredarê Sêrtê Bêrîvan helen danê û mazbata hevşaredarê din Resûl Kaçar bi hinceta KHK’iye nedanê.
Desteya Hilbijartinê ya Bajêr, mazbata Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Bêrîvan Helen Işik daye, lê mazbata endamê meclîsa şaredariyê ku li bendêyê erka hevşaredariyê bike Resûl Kaçar bi hinceta bi KHK’ê hatiye îxrackirin, nedanê.
Parlementerên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş, Hevşaredara Sêrtê ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Belkiz Beştaş Epozdemîr, Hevserokên HDP’ê yên Sêrtê Serdar Batûr û Ayşe Ekîncî û gelek welatî bi Hevşaredar Işik û Kaçar re çûn û mazbata xwe wergirt.