SEMSÛR – Hevşaredarê berê yê Bajaroka Komirê ya Semsûrê Huseyîn Yuka yê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin hat berdan.
Li çoltera Bajaroka Komirê ya girêdayî Navenda Semsûrê di operasyona eskerî de ‘ê tebaxa pevçûn derketibû û eskeran jiyana xwe ji dest dabû. Di 17’ê tebaxa 2018’an de di serdegirtina malan de Hevşaredarê Komirê yê berê Huseyîn Yuka, Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Alduşê (Gerger) Mahmut Ozdemîr, Hasan Tunç û Şehrîban Tunç bi îdaya “endamên rêxistinê ne” hatibûn binçavkirin û di 20’ê tebaxê de hatibûn girtin.
Danişîna ewil a doza derbarê hevşaredarê berê Yuka û girtiyên din de hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin.
Girtî û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û dadger tespîta nasnameyê kir.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara dewama girtina Hevserokê HDP’a Alduşê Mahmut Ozdemîr da û girtiyên din jî tahliye kir. Dadger danişînê taloqî dîrokek pêş kir.