HDP’ê xwest li 5 navçeyan hilbijartin bê betalkirin

  • rojane
  • 15:24 11 Nîsan 2019
  • |
img
ENQERE - HDP’ê ji bo betalkirin hilbijartina 5 şaredariyan serî li YSK’ê da û diyar kir ku ewê derbarê endamê YSK’ê li HSK’ê gilî bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rêbaza “îtîraza awarte” ji bo biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)  a “Dê mezbata nedin namzetên hibijartî yên KHK’î” serlêdan kir û xwest hilbijartina cihên mijara gotinê ne bên betalkirin. Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Berdevkê Partiya Sarûhan Olûç û parlementerên HDP’ê, berî serlêdanê, li ber YSK’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê û Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar daxuyanî da. 
 
Sancar, diyar kir ku biryara YSK’ê, ne li gorî, hiqûq, aqil, mentik û exlaqiyê û wiha axivî: “Rê û rêbazên Qanûna Bingehîn di vê mijarê de diyarin. Ev di madeyên 67 û 76 ên Qanûna Bingehîn de bi awayekê bi zelal heye. Pîvanên kesên bikevin hilbijartinê diyarin. Di qanûna hejmara 1972’an ev biryar heye. Dîsan di pêvajoya hilbijartinê de YSK’ê di vî warî de tu giştîname ne weşandin.”
 
HDP DÊ JI BO 5 NAVÇEYAN ÎTÎRAZ BIKE
 
Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Niha ji bo li 5 navçeyan namzetên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatine dûrxistin mazbatayên me nadinê. Li van navçeyan bi ferqekî zêde partiya wan bi serketiye. Bi biryara YSK’ê ya piştre hatî girtin, wê mazbata bidin kesên di rêza duyemîn de bi serketine. Her du biryar jî pir girîng in. Ev tê wateya darbeya li hember vîna hilbijartinê, bi wateyek din darbeyeke li dijî siberoja demokratiyê ya Tirkiyeyê. Di civînên li ser vê hatî kirin de du biryar derketiye, di dengdana 10 kesan a di warê ji bo ji nû ve hilbijartin bê kirin an jî mazbata ji bo kesên di rêza duyemîn de deng girtine bê dayîn. lê di dengdanan de jî wek hev deng hatine dayîn. Di hilbijartina roja din de ev rêje di carekê de hatiye guhertin. Dengên ji bo hilbijartin ji nû ve bên kirin hatiye guhertin. Biryara dawî 7 beramberî 4 dengan derketiye. Çi bû ku endamên YSK’ê yên ku dixwestin hilbijartin ji nû ve bê kirin 24 demjimêr neborî biryara xwe dan guhertin. Em li benda bersiva bê ne. Em şopdarê vê ne.”
 
‘EMÊ SERÎ LI HSK’Ê BIDIN’
 
Sancar da zanîn ku wan serî li îtiraza awarte dan û wiha bilêv kir: “YSK erka xwe ya pêvajoya lêkolînkirina şertên bi qasî pêwîst ên BHQ’yiyan bi cih neaniye. Endamê YSK’ê ji ber ku serwer in, divê HSK zelal bike. Li ser endamên YSK’ê giliyê wan li HSK’ê bikin. Niha biryar li ser 5 cihan heye. Li Wanê li Ertemêtan, Tuşba û Ebex, Tatos a Erzirom û bajarokê Dagpinar a Dîgor a Qersê heye. Em nikarin bêjin kesên bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin, serdan nekin. Ji ber ku ti astengiyek a li pêşiya hilbijarên bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin nîne. Ev reweşeke heta dawî zelal e. Em ê ji bo îtiraza rewşa awarte Ya betalkirina hilbijartinê bikin. Niha sê rê hene, a yekem biryara niha dayî ye. Yanî dengê herî zêde yê di rêza duyemîn de standin, mazbata bê dayîn wan. Ya duyemîn dubarekirina hilbijartinê. A sêyemîn jî hilbijartina hevserokên şaredariyê ji aliyê meclîsa şaredariyê ve bê hilbijartin.
 
Piştî daxuyaniyê HDP’î ji bo ku îtîraza xwe pêşkêş bikin, ketin avahiya YSK’ê. 
 

Sernavên din

13/04/2019
09:56 Qeyûmê Hezexê qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û milk kir
09:23 ‘7 can çûn, hêj em li benda çi ne?’
09:22 Malbatên girtiyan: Em xwedî berxwedana zarokên xwe derkevin
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 157'emîn de ye
09:20 5 kurê wî û biraziyekî wî di greva birçîbûnêde ne: Li vî welatî heq û hiqûq tune ye
09:20 Du birayên di greva birçîbûnê de: A mirov dikuje bêdengî ye
09:19 Şaredariya Kopê xistine bin 43 milyon TL deyn
09:18 Dayika du zarokên wê di greva birçîbûnê de: Bibin dengê wan
09:18 Hevaltiya 2 dayikan a 25 salan: Niha ji bo zarokên xwe têdikoşin
09:17 'Qanûnê pêk bînin, tecrîdê bi dawî bikin'
09:16 Aborîzan Muftuoglû: AKP nikare ji derheqê krîza aborî derkeve
09:15 ‘Ji bo aştî û azadiyê em ê li dakevin qadên 1'ê Gulanê'
09:14 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:13 Îsmaîl Kocaman ê di greva birçîbûnê de: Bibin dengê me
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2019'AN
12/04/2019
18:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:12 YSK, biryara xwe da: Wê mazbatayê bide Ahmet Turk
16:04 Baroya Amedê pêşniyara ‘navbeynkariyê’ kir
15:58 DTSO kampanya alîkariyê ji bo welatiyên Îranê dest pê kir
15:46 Hevşaredarê Rezan: Em kesên mazbata digirin rewa nabînin
15:44 HDP’ê îtîrazî wergirtina mazbataya namzetê AKP’ê yê KHK’î kir
15:20 Daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin
15:19 Polîsan li Artemêtanê destûr neda çalakiya rûniştinê
15:02 Danişîna Hevserokê DBP’ê Arslan hat dîtin
14:54 Polîsan dîsa nobeta malbatên girtiyan a Gebze asteng kirin
14:53 Di danişîna ku cerdevanan 3 bira kuştin de yek hat berdan
14:33 Pîra 80 salî li dijî biryara YSK’ê 3 roj in di nobetê de ye
14:18 TMMOB: Biryara YSK’ê xespa mafane
13:55 AKP’a Mêrdînê li dijî Ahmet Turk îtîrazên sosreta li ser sosretê dike
13:51 Yildirim a YSK'ê mazbata neda wê: Mafê me xezp dikin
13:41 Li Rezanê dê mezbata bidin namzetê AKP’ê
13:22 Xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê dawî li çalakiya xwe anîn
13:00 Xelîl: Divê hemû hêzên navneteweyî beşdarî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin
12:39 Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê di roja duyem de didome
12:32 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Buldan: YSK ketiye bin wesayeta AKP’ê
11:44 Hevşaredara Rezan Zumrut: Biryara YSK'ê encama tecrîdê ye
10:59 Yîgîter: YSK’ê ji bo şaredariyan ji destê HDP’ê bigre têkildarî KHK'ê biryar da
10:48 Dayika girtiyan fîxan kir: Vê êşê li dilê me daye êdî bes e
10:19 Heyeta HDP’ê bi CPT re hevdîtin kir
09:57 Aslan ê 27 sal in girtî ye: Bila her kes bibe perçeyê berxwedanê
09:53 Dayika Suleyha Taş: Bila her kes dengê xwe derxe ku tecrîd rabe
09:41 Çalakiya Leyla Guven di roja 156'emîn de ye
09:16 Polîsan li Amedê ciwanek binçav kir
09:15 Aydenîz: Biryara YSK'ê berdewama polîtîkaya qeyûma ye
09:14 Rêya di navbera Cizîr-Silopiyayê de di çi halî de ye!
09:13 Hevşaredarên Cizîrê: Qeyûm wekî 'makîneya qirkirinê' hatiye tayînkirin
09:12 Amediyan biryara YSK'ê nirxand: Rezaletî ye
09:11 Bavê Sebahat Tûncelê: Berî aloziyeke mezin çêbibe divê tecrîd bi dawî bibe
09:11 Tûgba Can ku di greva birçîbûnê de ye: Bêdeng nemînin
09:11 'Li gorî Qanûna Bingehîn tev bigere'
09:09 Xwişka girtiya di grevê de: Bila zû heyetên serbixwe biçin girtîgehê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2019'AN
11/04/2019
17:05 Endamê MYK’a HDP’ê Mîmkara û 4 kesên din hatin girtin
16:47 Li Sêrtê mazbata hevşaredarekê danê û yê din nedanê
16:36 Hevşaredarê berê yê Komirê Yuka hat berdan
16:27 Doza JÎTEM’ê ya Qoserê: Dozger mutala neda, danişîn hat taloqkirin
16:15 HDK: Biryara YSK'ê li dijî vîna gel e
15:24 HDP’ê xwest li 5 navçeyan hilbijartin bê betalkirin
15:12 Oztrak: AKP ji bo hilbijartinê bidize dest bi tevgerê kiriye
15:08 Rejîma Sûdanê têk çû
15:07 Biryara YSK'ê şermezar kirin: Em vina gelê xwe bê xwedî nahêlin
14:49 Bariyerên li ber şaredariyê bi gel re rakirin
14:39 Çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Gebze 3 rojin didome
14:37 Ji ÎHD’ê nobeta greva birçîbûnê: Deng bidin jiyanê
14:22 Qeyûm Şaredariya Sîlopiyê bi 133 milyon TL xist bin deynan û 19 dolim erdê wê dewir kir
14:05 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê dest bi peywira xwe kirin
13:41 Derbarê Ferhat Tunç de dozek din hat vekirin
13:17 Li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
12:56 Parêzerên Ocalan cara 806’emîn serlêdan kirin
12:49 HDP’î biryara YSK’ê şermezar dikin: Li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:16 Wekîlên HDP’ê çûn serdana malbatên girtiyên di greva birçîbûnê dene
12:03 Malbata Gezen wê nameyên ji bo Zulkuf hatine bike pirtûk
11:41 Li dijî biryarên YSK’ê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:27 2 teqîn li Mînbîcê rû dan
11:14 Oluç: Biryara YSK'ê komploya siyasî ye
10:55 Jinên Êzidî dixwazin beşdarî darizandina DAIŞ’iyan bibin
10:52 Endama Desteya Rêveberiya HDP’ê Ertaş hat binçavkirin
10:37 Şaredarê AKP’î: Ez ne mecbûr im deynê qeyûm ji gel re eşkere bikim
10:36 Dozger ji ber bertek nîşan neda fezleke amade kir
10:09 Sevîm: Tehamula me ji yek darbestê re jî nemaye
09:19 Çalakiya Leyla Guven di roja 155'emîn de ye
09:08 Yaşar a li malê çalakiya xwe didomîne: Em ne evîndarê mirinê ne...
09:07 Bi mehan e du pismam li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:07 2 girtiyên di greva birçîbûnê de xistin qawîşa DAIŞ'iyan
09:06 Ji bo 'Baxçeyê Gel' zirarê didin sûrên Amedê
09:05 'Deynê Şaredariya Êlihê 240 milyon TL ye'
09:04 Dozgeriyê serlêdana malbata girtiyê di danişînê de mir red kir
09:03 'Ji ber krîza aborî êdî kes nikare pirtûkan jî bikire'
09:03 'Em xwedî derkevin wê çalakî zûtir bigihêjin armanca xwe'
09:02 Dayika ku kurê wê 3 caran ketiye greva birçîbûnê: Berpirsiyar serokomar e
09:01 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2019'AN
10/04/2019
21:36 Ji YSK'ê biryareke ecêb: Em ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin
20:19 HDP, ji bo Wêranşarê serî li YSK'ê da
20:11 Hevşaredarên Gêlê mazbatayên xwe girtin
17:26 Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî derket
17:00 Hevşaredarên Wanê mazbata xwe wergirtin
15:53 Prz. Kuzu: Nedana mazbatayan dijqanûnî ye
15:50 Ji doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî 2 rojnameger berdan
15:37 Li Kerboran û Farqînê kargeh, mal û zevî di bin avê de man