NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Serokê Dewletê yê Sûdanê Omer El Beşîr ji ber bertekên gel îstîfa kir, Servîsên Îstîxbarat û Ewlekariyê, diyar kirin ku wan hemû girtiyên siyasî serbest berdane.
Li Sûdanê, Serokê Dewletê yê Sûdanê Omer El Beşîr, ji ber şermezarkirin û bertekên gel ên berdewam kirin neçar ma ku dest ji desthilatdariya xwe ya 30 salan berde. Li ser vê yekê Servîsên Îstîxbarat û Ewlekariyê, diyar kirin ku wan hemû girtiyên siyasî serbest berdane.
Di heman demê artêşa Sûdanê jî, diyar kir ku ewê daxuyaniyek girîng bidin û bi dehan kes derketin kolan û xwepêşandanên keyfxweşiyê li dar xistin. Televîzyona Neteweyî jî, bernameyên xwe yên roja Pêncşemê îptal kirin û xweşêşandanên keyfxweşiya gel nîşan dide.
Serfermandariya Giştî Kemal Abdulmarûf jî, daxuyanî da û got: "Em ê berpirsiyartiya xwe ya parastina welataiyan bi cih bînin."
Çalakgerên ku bi rojan e li ber biryargeha hêzên leşkerî ya li paytext Hartûmê kom dibin, dirûşmên "Rejîm têk çû, rejîm têk çû" qîriyan. Sûdaniyan kêfxweşiya xwe li ser medya civakî jî nîşan dan. Hinekan nivîsandin; "Beşîr çû, em bi ser ketin."
Yekîneyên artêşê li gelek kolanên paytextê bi cih bûn. Pir girtin. Serê sibehê yekîneyên leşkerî avêtin ser navendên Tevgera Îslamî ku baskê îdeolojîk ê partiya Kongreya Neteweyî ya Omer El Beşîr e. Kongreya Neteweyî plan dikir ku roja Pêncşemê ji bo Beşîr xwepêşandanê pêk bîne, lê belê ev plana wê têk çû.
Ji roja Şemiyê ve rêxistina herî xurt a îstîxbaratê ya Sûdanê gelek caran hewl da çalakgeran belav bike. Bombeyên gazê bi kar anî, lê encam negirt. Roja Sêşemê, 6 jê endamên hêzên ewlekariyê 11 kes di dema xwepêşandanên paytextê de mirin. Ji meha Kanûnê ve zêdeyî 50 kes mirin.