AMED/ERZIROM - Endam û rêveberên HDP'ê li navçeya Tatos û Rezan bi çalakiyan biryara YSK’ê ya nedayîna mazbatan a Şaredarên mexdûrê KHK'ê, şermezar kirin. Hevşaredarê Rezan Zeyyat Ceylan, diyar kir ku ewê heta dawî li vîna gelê xwe xwedî derkevin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara YSK'ê ya nedayîna mazbatan ya şaredarên mexdûrê KHK'ê li Navçeya Rezan a Amedê û Navçeya Tatosê ya Erziromê şermezar kir. Endam û rêveberên HDP'ê xwestin li ber avahiya Şaredariya Rezan daxuyaniyê bidin çapemeniyê û biryara YSK'ê şermezar bikin. Lê polîsan şardarî dorpêç kir. Hevşaredarên Rezan ê HDP’î Zeyyat Ceylan û Zubeyde Zumrut li gel endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê xwestin daxuyanî bidin. Lê polîsan destûr nedan. Ji ber ku rêveberên HDP'ê xwestin daxuyaniyê bidin di navbera polîs û HDP'îyan de niqaş derketin. Piştî polîsan destûr nedan, endam û rêveberên HDP'ê li pêş polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn û drûşmeya "Rezan ya me ye" berz kirin. Endam û rêveberên HDP'ê li gel astengiya polîsan dîsa li vir daxuyanî dan û biryara YSK'ê şermezar kirin. Hevşaredarê Rezan ê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku wi di 19'ê Sibatê de serî li YSK'ê da û heta 3'ê Adarê tu astengî dernexistin pêş wî û li ser vê yekê bû namzet.
‘AMADEKARÎ BI PLAN E
Ceylan, anî ziman ku di 31'ê Adarê de ji sedî 71 deng stendin û wiha got: “Bi rojan mazbata nedan me. Mînaka Muxtarê Doganşehîr di 4'ê Nîsanê de li pêş çavan e. Dîsa li Kozan a Edene û Mûşê mînak hene. Ev nîşan dide ku bi plan hatiye amadekirin.
Ceylan, anî ziman ku YSK’ê pêvajo xera kiriye û wiha got: "YSK ev kemîn li pêş me danî. Hikûq îhlal kirine. Hem bi nedayîna mazbatê hiqûq îhlal kirine û hem jî bi dayîna mazbata ya namzetê duyemîn hiqûq îhlal kirine.Em ê serî li Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bidin. Endamtiya 4 endamên meclîsa me hatin xistin. Em ê vê yekê bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Em dixwazin li gorî qanûnan tev bigerin. Em dixwazin hem der barê hilbijartinê de û hem jî der barê tecrîdê de gavên aştiyane bavêjin. Em dixwazin dawî li van îhlalan bînin. Em dixwazin wezareta dadê têkeve nava tevgerê û rola aştiyê dîne ser milê xwe. Emê heta dawî li vîn û mafê gelê xwe xwedî derkevin."
LI TATOSÊ JÎ ÇALAKÎ PÊK ANÎN
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tatosê ya Erziromê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Hevşaredarê Tatosê Muzahit Karakuş ê bi bi hinceta bi KHK'ê hatiye dûrxistin mazbata wî nadin û rêveberên HDP'ê li pêş avahiya Şaredariya Tatosê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik li vir axivî û wiha got: "Piştî hilbijartinê gel vîna xwe nîşan da. Partiya me deng da vîna xwe û şaredarî bi dest xist. Dubare deng hatin jimartin. AKP'ê êdî YSK kiriye saziya xwe. AKP'ê vê carê bi destê YSK'ê şaredarî ji destê me derixst û qeyûm tayîn kir.
HDP’iyan piştre li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk anin.