WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci, bi sedan kes re çûn şaredariyê û dest bi peywira xwe kirin. Hevşaredaran, mazbatayên 3 hevşaredarên navçeyan ên bi hinceta KHK’î dayina namzetên AKP’ê yên qezenc nekirin, şermezar kirin û got: “Emê wan tu carî serokên şaredariyên meşrû nebînin.”
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstaffa Avci bi sedan kes re çûn şaredariyê û dest bi erka xwe kirin. Hevşaredar û girseya bi wan re xwestin ji ber avahiya HDP’ê ya Bajêr heta şaredariyê bimeşin, lê polîsan destûr neda. Welatiyan li ser vê yekê ketin navbera kolanan û hatin ber avahiya şaredariyê. Hevşaredar û girseya hatin ber şaredariyê dirûşmeya “Bi berxwedanê em qezenc bikin” berz kirin.
'NAMZETÊN AKP’Ê YÊN MEZBATA DAN WAN DÊ ÇAWAN LI RÛYÊ GEL MÊZE BIKIN’
Ozgokçe, li ber avahiya şaredariyê xîtabî gel kir û wiha got: “Tayînkirina qeyûm darbeyek mezine. Sedema vê darbeya li dijî HDP’ê, ji ber ku li Tirkiyeyê bi AKP û MHP’ê daye windakirin. Bi destê YSK’ê carek din qeyûm tayînê vîna me kirin. Mezbateyên Hevşaredarên me yên li navçeyan bi dengek mezin qezenc kirin û gel tercîha xwe ji wan danî teslîmê namzetên AKP’ê yên bi ser neketine kirin. Ev bê rêziyek mezine. Emê vê biryarê tu carî qebûl nekin. Heta bêje gelê me xwedî vîna xwe derket. Divê hemû kes rêzê bide vê vînê. Namzetên AKP’ê yên mezbatayên hevşaredarên me girtin gelo dê çawan derkevin hizûra gelê me û li rûyê gelê me mêze bikin. AKP’iyên mezbata girtin divê demildest îstîfa bikin.”
'EV SERKEFTIN A WE YE'
Mûstafa Acivî jî dûre axivî û wiha got: “Ev şaredarî şaredariya gele. Şaredariyên me xesp dikin û bi zorê ji me distînin. Me carek din vîna xwe danî holê û şaredariyên xwe qenc kirin. Ev serkeftin, serkeftina we ye. Emê vê şaredariyê dewrî Bekir Kaya bikin. Em soz didin we, emê avahiya şaredariya xwe azad bikin.”
Hevşaredar û girseya bi wan re piştî axaftinê ketin avahiya şaredariyê û pîrozbahî qebûl kirin.