AMED – HDP bi armanca YSK’ê mazbatayan neda şaredarên bi KHK'ê hatine îxrackirin, xwest li ber avahiya Şaredariya Rezana Amedê protesto bike. Polîsan destûr neda çalakiya HDP’ê. HDP’iyan li derdora avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryar da ku serokên şaredarîyên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin, mazbataya xwe wernegirin. Parlamenter, hevşaredar û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan xwest biryara YSK’ê bi daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya Şaredariya Navçeya Rezanê ya Amedê şermezar bike. Polîsan destûr neda daxuyaniya HDP’iyan.
Hevşaredarê Rezan ê HDP’î Zeyyat Ceylan jî di nav de ku mazbatayê nedanê hebû koma HDP’ê li ber avahiya Şaredariya Rezan kom bûn. Lê ji serê sibehê ve polîsan avahiya şaredariyê û derdorê dorpêç kir. HDP’ê xwest daxuyanî bide û YSK’ê protesto bike, lê polîs bûn asteng û destûr nedan daxuyaniyê.
HDP’iyan li ser astengiya polîsan li derdora avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.