AMED - Parlementer û Hevşaredarên HDP’ê, li Baroya Amedê çûn serdana malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de û xwetin daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin.
Parlamenter û Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê, çûn serdana malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de yên bi armanca piştgirî dayîna çalakgeran ên li Baroya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbû kirin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farîsogûllari, di serdanê axivî û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê.
Farîsogûllari, diyar kir ku dayik ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê dene, nobetê digirin û wiha got: “Rewşa zarokên wan giran e. Dema ku zarokên wan divê rewşê de be, xwarin di qirika wan de naçe xwarê. Dayik dibijin ku ‘Bila daxwazên zarokên me bên qebûl kirin.’ Lê rayedarên girtîghan zextan li girtiyan dikin. Li gel ku rewşa zarokên wan girane jî, dixin hucreyên yek kesî.”
Farîsogûllarî, anî ziman ku divê rayedarên dewletê bi hestiyar tevbigerin û daxwazên girtiyên di grevên birçîbûnê dene, qebûl bike.