Malbata Gezen wê nameyên ji bo Zulkuf hatine bike pirtûk

  • rojane
  • 12:03 11 Nîsan 2019
  • |
img
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 155'an de berdewam dike. Ji ber ku heta niha hikûmetê gav neavêtiye bi hezaran girtî ketine grevê. Dîsa ji ber bêdengiya hikûmetê û cemaweriyê 7 girtiyan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Yek ji çalakgerê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen e. Gezen ku 104 sal ceza lê hatibû birîn, her dem li dijî neheqiyê têkoşiya. Gezen di 2012'an de li dijî tecrîdê ket grevâ û niha dîsa ket grevê û dawî li jiyana xwe anî. Malbata Gezen, diyar kir ku gelek name ji hevalên Zulkuf tên ji wan re û ewê hemû nameyan kom bikin û bikin pirtûk. 
 
Girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ku di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdkirinia Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bêdengiya cemaweriyê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, jiyanek tije têkoşîn li pey xwe hişt. Gezen li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bû. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di temenê biçûk de bi zextên dewletê re rû bi rû ma. Di îşkenceyên giran re derbas bû. Herî dawî dema xwest heyfa xwe ji zextên lê hatiye kirin hilîne hat girtin û rastî 104 sal ceza hat. Gezen di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F- 2 a Tekîrdagê li tijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî.  Nûçegîhanê Rojnameya e-rojname Kadrî Esen xwe gîhand malbata Gezen û çîroka Gezen nivîsî. Dayik û bavê Gezen Havva Gezen û Şeyhmûs Gezen ji zarokatiya wî heta roja girtinê qala Zulkuf kirin. Malbata Gezen beriya 70-80 salî ji navçeya Gêlê ya Amedê koçî navenda Amedê kirin. Li Sûrê bi cih bûn. Zulkuf jî di 28’ê tebaxa 1987’an de li Taxa Fatîhpaşa ya Sûrê ji dayik bû. Heta roja hat girtin li Sûrê jiya. Dibistana seretayî, navîn û Lîse bi awayekî serkeftî li Sûrê xwend.  Zulkuf di nava xîzaniyê de mezin bû. Zulkuf di zarokatiya xwe de her tim xeyalên ku dê rojekê kincekî baş li xwe bike û pêlavên xweşik bike pêyên xwe, kir. Ji ber ji girtina masiyan gelek hez dikir her dem diçû ser Çemê Dîcleyê. Piştî lîse xelas kir, dev ji girtina masiyan ber da û ji bo alîkariya aborî dest bi kar kir. 
 
Bi karê xwe yê dermanxaneyê re bi muzîkê re jî eleqedar bû. Hewl da ku bibe mamosteyê muzîkê. Ji bo vê yekê li bajarê Dîlokê ket azmûnên laboratûvareke muzîkê. Tevî ku di azmûnan de bi ser ket jî beşa muzîkê ew nagirt. Ji bo hînkirina amûrên muzikê Zulkuf çû qursên muzîkê û fêrî tembûr û gîtarê bû. Piştre li Sûrê tev li xebatên ciwanan bû. Ewil bi ciwanên malbata xwe û paşê jî bi ciwanên taxên Sûrê re cîvîn pêk anî û xwest wan bi rêxistin bike. 
Dema ku xebatên ciwanan dimeşand tev li serhildana 28’ê Adara 2006’an ku a 14 mirovên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin kuştin bû. Ji ber van xebatên siyasî di navbera salên 2005 û 2007’an de 2 caran hat girtin û her carê 40 rojan girtî ma. Rastî îşkenceyên giran hat. Herî dawî di havîna 2007’an de bi armanca ku tola îşkenceyên li dijî xwe hilîne li diji komek polîs çalakiyeke bombeyî pêk anî. Piştî vê çalakiyê li ser îxbarê hat girtin.  Piştî hat girtin 3 salan hat darizandin û rastî 104 sal ceza hat. Di 2012’yan de jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tev li çalakiya greva birçîbûne bû û 65 rojan di grevê de ma. Herî dawî beriya çalakiya xwe ya li ser israr e, zêde ji bo piştgiriya Leyla Guven 10 rojan ket greva birçîbûnê û ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hevalên wî yên girtî destûr nedan. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎ
 
Di 17’ê adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Roja ku Zulkuf çalakî pêk anî rêveberiya girtîgehê bi awayekî tundî bêyî ku hesasiyeta malbatê li ber çav bigire, li malbatê geriya ji malbatê re got kurê we dawî li jiyana xwe aniye, werin cenazeyî wî bigirin.  Zulkuf, her dem name dişand û piştî Zulkuf çalakî pek anî jî hevalên wî nameyên sersaxiyê ji malbatê reşand. Bavê Zulkuf Şeyhmûs Gezen destnîşan kir ku hê jî name tên û wê van nameyan kom bike û bike pirtûk. 
 

Sernavên din

13/04/2019
09:56 Qeyûmê Hezexê qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û milk kir
09:23 ‘7 can çûn, hêj em li benda çi ne?’
09:22 Malbatên girtiyan: Em xwedî berxwedana zarokên xwe derkevin
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 157'emîn de ye
09:20 5 kurê wî û biraziyekî wî di greva birçîbûnêde ne: Li vî welatî heq û hiqûq tune ye
09:20 Du birayên di greva birçîbûnê de: A mirov dikuje bêdengî ye
09:19 Şaredariya Kopê xistine bin 43 milyon TL deyn
09:18 Dayika du zarokên wê di greva birçîbûnê de: Bibin dengê wan
09:18 Hevaltiya 2 dayikan a 25 salan: Niha ji bo zarokên xwe têdikoşin
09:17 'Qanûnê pêk bînin, tecrîdê bi dawî bikin'
09:16 Aborîzan Muftuoglû: AKP nikare ji derheqê krîza aborî derkeve
09:15 ‘Ji bo aştî û azadiyê em ê li dakevin qadên 1'ê Gulanê'
09:14 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:13 Îsmaîl Kocaman ê di greva birçîbûnê de: Bibin dengê me
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2019'AN
12/04/2019
18:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:12 YSK, biryara xwe da: Wê mazbatayê bide Ahmet Turk
16:04 Baroya Amedê pêşniyara ‘navbeynkariyê’ kir
15:58 DTSO kampanya alîkariyê ji bo welatiyên Îranê dest pê kir
15:46 Hevşaredarê Rezan: Em kesên mazbata digirin rewa nabînin
15:44 HDP’ê îtîrazî wergirtina mazbataya namzetê AKP’ê yê KHK’î kir
15:20 Daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin
15:19 Polîsan li Artemêtanê destûr neda çalakiya rûniştinê
15:02 Danişîna Hevserokê DBP’ê Arslan hat dîtin
14:54 Polîsan dîsa nobeta malbatên girtiyan a Gebze asteng kirin
14:53 Di danişîna ku cerdevanan 3 bira kuştin de yek hat berdan
14:33 Pîra 80 salî li dijî biryara YSK’ê 3 roj in di nobetê de ye
14:18 TMMOB: Biryara YSK’ê xespa mafane
13:55 AKP’a Mêrdînê li dijî Ahmet Turk îtîrazên sosreta li ser sosretê dike
13:51 Yildirim a YSK'ê mazbata neda wê: Mafê me xezp dikin
13:41 Li Rezanê dê mezbata bidin namzetê AKP’ê
13:22 Xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê dawî li çalakiya xwe anîn
13:00 Xelîl: Divê hemû hêzên navneteweyî beşdarî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin
12:39 Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê di roja duyem de didome
12:32 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Buldan: YSK ketiye bin wesayeta AKP’ê
11:44 Hevşaredara Rezan Zumrut: Biryara YSK'ê encama tecrîdê ye
10:59 Yîgîter: YSK’ê ji bo şaredariyan ji destê HDP’ê bigre têkildarî KHK'ê biryar da
10:48 Dayika girtiyan fîxan kir: Vê êşê li dilê me daye êdî bes e
10:19 Heyeta HDP’ê bi CPT re hevdîtin kir
09:57 Aslan ê 27 sal in girtî ye: Bila her kes bibe perçeyê berxwedanê
09:53 Dayika Suleyha Taş: Bila her kes dengê xwe derxe ku tecrîd rabe
09:41 Çalakiya Leyla Guven di roja 156'emîn de ye
09:16 Polîsan li Amedê ciwanek binçav kir
09:15 Aydenîz: Biryara YSK'ê berdewama polîtîkaya qeyûma ye
09:14 Rêya di navbera Cizîr-Silopiyayê de di çi halî de ye!
09:13 Hevşaredarên Cizîrê: Qeyûm wekî 'makîneya qirkirinê' hatiye tayînkirin
09:12 Amediyan biryara YSK'ê nirxand: Rezaletî ye
09:11 Bavê Sebahat Tûncelê: Berî aloziyeke mezin çêbibe divê tecrîd bi dawî bibe
09:11 Tûgba Can ku di greva birçîbûnê de ye: Bêdeng nemînin
09:11 'Li gorî Qanûna Bingehîn tev bigere'
09:09 Xwişka girtiya di grevê de: Bila zû heyetên serbixwe biçin girtîgehê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2019'AN
11/04/2019
17:05 Endamê MYK’a HDP’ê Mîmkara û 4 kesên din hatin girtin
16:47 Li Sêrtê mazbata hevşaredarekê danê û yê din nedanê
16:36 Hevşaredarê berê yê Komirê Yuka hat berdan
16:27 Doza JÎTEM’ê ya Qoserê: Dozger mutala neda, danişîn hat taloqkirin
16:15 HDK: Biryara YSK'ê li dijî vîna gel e
15:24 HDP’ê xwest li 5 navçeyan hilbijartin bê betalkirin
15:12 Oztrak: AKP ji bo hilbijartinê bidize dest bi tevgerê kiriye
15:08 Rejîma Sûdanê têk çû
15:07 Biryara YSK'ê şermezar kirin: Em vina gelê xwe bê xwedî nahêlin
14:49 Bariyerên li ber şaredariyê bi gel re rakirin
14:39 Çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Gebze 3 rojin didome
14:37 Ji ÎHD’ê nobeta greva birçîbûnê: Deng bidin jiyanê
14:22 Qeyûm Şaredariya Sîlopiyê bi 133 milyon TL xist bin deynan û 19 dolim erdê wê dewir kir
14:05 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê dest bi peywira xwe kirin
13:41 Derbarê Ferhat Tunç de dozek din hat vekirin
13:17 Li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
12:56 Parêzerên Ocalan cara 806’emîn serlêdan kirin
12:49 HDP’î biryara YSK’ê şermezar dikin: Li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:16 Wekîlên HDP’ê çûn serdana malbatên girtiyên di greva birçîbûnê dene
12:03 Malbata Gezen wê nameyên ji bo Zulkuf hatine bike pirtûk
11:41 Li dijî biryarên YSK’ê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:27 2 teqîn li Mînbîcê rû dan
11:14 Oluç: Biryara YSK'ê komploya siyasî ye
10:55 Jinên Êzidî dixwazin beşdarî darizandina DAIŞ’iyan bibin
10:52 Endama Desteya Rêveberiya HDP’ê Ertaş hat binçavkirin
10:37 Şaredarê AKP’î: Ez ne mecbûr im deynê qeyûm ji gel re eşkere bikim
10:36 Dozger ji ber bertek nîşan neda fezleke amade kir
10:09 Sevîm: Tehamula me ji yek darbestê re jî nemaye
09:19 Çalakiya Leyla Guven di roja 155'emîn de ye
09:08 Yaşar a li malê çalakiya xwe didomîne: Em ne evîndarê mirinê ne...
09:07 Bi mehan e du pismam li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:07 2 girtiyên di greva birçîbûnê de xistin qawîşa DAIŞ'iyan
09:06 Ji bo 'Baxçeyê Gel' zirarê didin sûrên Amedê
09:05 'Deynê Şaredariya Êlihê 240 milyon TL ye'
09:04 Dozgeriyê serlêdana malbata girtiyê di danişînê de mir red kir
09:03 'Ji ber krîza aborî êdî kes nikare pirtûkan jî bikire'
09:03 'Em xwedî derkevin wê çalakî zûtir bigihêjin armanca xwe'
09:02 Dayika ku kurê wê 3 caran ketiye greva birçîbûnê: Berpirsiyar serokomar e
09:01 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2019'AN
10/04/2019
21:36 Ji YSK'ê biryareke ecêb: Em ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin
20:19 HDP, ji bo Wêranşarê serî li YSK'ê da
20:11 Hevşaredarên Gêlê mazbatayên xwe girtin
17:26 Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî derket
17:00 Hevşaredarên Wanê mazbata xwe wergirtin
15:53 Prz. Kuzu: Nedana mazbatayan dijqanûnî ye
15:50 Ji doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî 2 rojnameger berdan
15:37 Li Kerboran û Farqînê kargeh, mal û zevî di bin avê de man