NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mînbîcê 2 teqîn rû dan. Hat diyar kirin ku di teqînan de kesek birîndar ne bûye û kesekê jiyana xwe ji dest ne daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), li nêzî Otoparka Şaredariya Gel a Mînbîcê bombeyek deng teqiya û li ser Cadeya 30’emîn a rojavayê bajêr jî, mayînek teqiya.
Hat, diyar kirin ku di teqînan tenê zirar madî rû daye. Hêzên Ewlekariya Hûndir li herêmî dest bi lêpîrsînê kirin.