AMÛDÊ - Jinên Êzidî yên ji Baxozê hatin rizgarkirin û yek bi yek zilma DAIŞ’ê vegotin, dixwazin beşdarî darizandina 11 hezar DAIŞ’iyên di destên QSD’ê de bibin û weke şahid bên guhdarkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Dêra Zorê bi hemleya “Firtûneya Cizîrê” dawî li hembûna fîzîkî ya DAIŞ’ê anî û QSD’ê di operasyona herî dawî ya Baxozê de jî, bi hezaran DAIŞ’î dîl girtin. 11 hezar DAIŞ’iyên ji 54 welatan pêk tên, li girtîgehên cuda yên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin. Ji bo darizandina DAIŞ’iyan, tê xwestin ku dadgeha sûcên şer ên navneteweyî bê avakirin. Jinên Êzidî yên herî dawî ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, dixwazin beşdarî dadgehên ji bo darizandina DAIŞ’iyan bên avakirin bibin, weke şahid bên guhdar kirin û hesap ji DAIŞ’iyan bixwazin.
Jina Êzidî ya 22 salî Hûda Hesen a li gundê Baxozê ya girêdayî bajaroka Hecîn a Dêra Zorê ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin, ji gundê Ramûsî yê dikeve başûrê Şengalê ye û di komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an de li navenda Şengalê dil dikeve dest DAIŞ’ê.
BI ZORÊ BI 6 KESAN RE HAT ZEWICANDIN
Hesen bi darê zorê bi 6 DAIŞ’iyan tê zewicandin û wê dibin gelek cih û deverên Iraq û Sûriyeyê. Hesen a piştî xilaskirina DAIŞ’ê hat rizgarkirin, wiha behsa rewşa xwe dike: “Dema DAIŞ hat hêzên li wê derê em hiştin û çûn. Em Êzîdî bi tenê hiştin. Hemû jin û zilamên ketin pêşiya wan kon kirin. Jin û zilam ji hev cuda kirin û birin cihên cuda. Jin û zarok birin Mûsilê. Wan jî di got ‘Me hemû zilam kuştin. Jin jî weke koleyan ji bo me helalin.’ Bi darê zorê zarok kirin misilman, di perwerdeyên ol û leşkerî re derbas kirin. Em jî bi zorê kirin misilman.”
SÛKA SEBAYA..
Hesen, diyar kir ku li Mûsilê 2 salan ma û wiha axivî: “Ez firotim amîrêkê DAIŞ’iyan. Ez bajar bi bajar gerandim. Li Musilê, dest pê kê ez bi amîrekê re dam zewicandin. Dûre ez birim Reqeyê û li wê derê jî bi amîrekê re dam zewicandin. We demê li Qada El Neîm bazarek hebû. Jê re digotin ‘Sûka Sebaya.’ Jinên Êzidî li wê sûkê difortin. Ez jî li wê derê firotim kesek din. Bi vî awayî ez bi 5 kesan re dam zewicandin. Dûre ez birim Bab, Helep, Reqqa, Mînbîc û gelek cihên din.”
ME AZADIYA ŞENGALÊ PÎROZ KIR!
Hesen, anî ziman ku piştî demekê êdî hêviyên wê yên bê rizgarkirin nemabûn û wiha got: “Dema em dîlgirtibûn me azaiyd a Şengalê pîroz kir. Wê demê bi 7 jinên Êzidî re em li Mûsilê hespî malekê kirin. Dema Şengal hat rizgarkirin, me ew roj pîroz kir. Di wê malê de heya demekê ji bo me televîzyon serbest kirin. Me bi awayekê veşartî qenalên Kurdît temaşe dikir. Me bi vî awayî zanî ku Şengal hatiye azadkirin. Em pir keyfxweş bûn. Me ji derve çikolate anî û li hev belav kir. Ji ber ku jineke Êzidî ya dinava me de ji wan re got ‘Jinên Êzidî Şengal ji we girtin’ pir xwe aciz kirin û dest bi lêdana me kirin. Dijûn ji me re gotin.”
‘DIVÊ DADGEH BÊN AVAKIRIN Û HEMÛ BÊN DARIZANDIN’
Hesen, xwest dadgehek ji bo DAIŞ’iyan bê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî em ji destên wan hatin rizgarkirin. Li Baxozê gelek jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin. Divê gel û jinên Êzidî zilma DAIŞ’ê tu carî ji bîr nekin. Fermanek mezin bi serê me de anîn. DAIŞ’iyên ev kirin hemû teslîm bûn. Divê hesap ji wan bê pirsîn. Divê bên darizandin. Ger dadgeh bê avakirin, ez dixwazim weke şahid bêm guhdar kirin û beşdarî dadgehê bibim. Divê jinên Êzidî ji wan hesap bipirsin.”
JIYAN A KOÇOLÛ: FERMAN DEWAM DIKE
Jiyan Xelîl Îbrahîm a 22 salî jî, ji gundê Koço yê rastî êrîşên giran ên DAIŞ’iyan hatibû ye. Îbrahîm a dîl dikeve destê DAIŞ’iyan dest pê kê dibin Mûsilê, ji wir jî dibin Kerkuk, Anbar, Halep, Reqqa û Babê û bi 6 kesan re didin zewicandin. Îbrahîm a li Baxozê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin, wiha axivî: “Dest pê kê ez tirsiyam bêjim ez Êzidîme. Ji ber ku ji me re gotibûn ‘Ger hûn herin gel wan emê we bikuşin.’ Em ditirsiyan. Ji ber vê dema em hatin, di serî de me nasnameya xwe veşart. Piştî ku em li qempê hinek man, me êdî zanî rewş ne wisane. Dûre me got em Êzidîne. Êdî wisan bibû em biyaniyê xwe bibûn. Fermana pêk anîn hîna jî dewam dike.”
‘EZ JÎ DIXWAZIM HESAP JI WAN BIPIRSIM’
Îbrahim, diyar kir ku gelek êşên mezin hatin serê Êzidiyan û wiha got: “Hemû DAIŞ’iyên komkujî pêk anîn, niha dil girtine. Divê ji b ovan dadgeh bê avakirin. Lazimek ku ev li ber gelan hesap bidin. Divê hemû cîhan vê bibîne. Wan mirov revandin û qetil kirin. Ez jî dixwazim ji wan hesap bipirsim.”
MA / Nazim Daştan