MÊRDÎN – Şaredariya Artuklu yekemîn civîna meclîsa xwe li dar xist. Enedamên Meclîsê yên HDP’î xwestin deynê serdema qeyûm bê eşkerekirin. Şaredarê Artuklu yê AKP’î Abdulkadîr Tutaşi wiha bersiv da HDP’iyan: “Ez ne mecbûr im ji we re jî û ji gel re jî eşkere bikim.”
Li Mêrdînê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de li Navçeya Artuklu AKP bi ser ket û namzetê wan Abdulkadîr Tutaşi bû serokşaredar. Şaredariya Artuklu ku ev sê sal bûn di bin rêveberiya qeyûm de bû civîna meclîsa xwe ya 5 rojan didome li dar xist. Di civîna duh de Berdevkê Koma Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê Mehmt Alî Amak axivî û pirsa kirinên serdema qeyûm kir.
HDP’Ê LI DEYNÊ QEYÛM PIRSÎ
Di civînê de Amak bi daxwaza ku serokşaredarê AKP’î Abdulkadîr Tutaşi bibersivîne van pirsan kir: “Dema qeyûm Şaredariya Artukluyê dewr girt, bi giştî çiqas deyn hebû? Di hesabê şaredariyê de çiqas pereyê nakit hebû? Niha deynê şaredariyê û pereyê di qasa şaredariyê de çiqas e? Di serdema qeyûm de dawî li karê kî anîn? Di şûna kesên dawî li karê wan anîn çend kesan û kî girtin kar?”
TUTAŞI YÊ AKP’Î: EZ NE MECBÛR IM EŞKERE BIKIM
Çavkaniyên HDP’î diyar kirin ku AKP’î Tutaşi li dijî van pirsên HDP’ê hêrs bûye û berê xwe daye koma HDP’ê û axiviye. Tutaşi wiha bersiv daye pirsên HDP’iyan: “Ez ne mecbûr im van pirsên we bibersivînim û eşkere bikim.” Koma HDP’ê got: “Em endamên vê meclîsê ne. Hûn neçar in hem bi me re û hem jî bi gel re parve bikin. Hûn neçarin eşkere bikin." Li ser îtîrazê nîqaş mezin bûn. Piştî nîqaşê Tutaşi vê carê wiha got: “Ez ne mecbûr im ji kesî re eşkere bikim. Ez ne mebûr im ji gel re jî eşkere bikim.”
Li ser îtîraza HDP’iyan, AKP’iyî neçar man k udi roja dawî ya civînê de maliyet û deynên şaredariyê dê hildin rojeva xwe û bê eşkerekirin.