ENQERE - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê 19 parlamenteran de bi hinceta "Bertek nîşanî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Wekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan ên bi îdîaya 'propaganda kiriye' nedane fezleke amade kir. Endamê komîsyona Dadê Abdullah Koç, diyar kir ku kev yek minaka çêkirina sûç e.
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê 19 parlamenterên ku bertek nîşanî axaftinên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, nedaye, fezleke amade kir. Dozger, bi hinceta Pervîn Buldan di 27-28'ê Cotmeha 2018'an de li Otela Demîr a Sûrê di civîna “Çareseriya Neteweyî û Krîza Rojhilata Navîn de axivî propaganda kiriye û dîsa der barê Fatma Kurtalan de bi hinceta di 9'ê Cotmeha 2018'an de di çalakiya li pêş AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li dijî operasyona 100 kesên li Amedê hatin binçakirin de daxuyanî da û propaganda kiriye fezleke amade kir. Dozger bi îdîaya propaganda kirine fezleke amade kir.
Dozger bi hinceta Buldan di axaftina xwe de propaganda rêxistinê kiriye û 11 wekîlan bertek nîşan nedaye fezleke amade kir. Dîsa bi hinceta Kurtulan propaganda rêxistinê kiriye û 8 wekîlan bertek nîşan nedaye der barê 8 wekîlan de fezleke amade kirin.
Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç, anî ziman ku dema sûç tune be jî sûc ava dikin û dixwazin vî sûcê ava dikin, bikin mînak.
19 parlamenterên bi hinceta bertek nîşanî axaftinên Buldan û Kurtulan nedane der barê wan de fezleke hatin amadekirn wiha ne: “Sait Dede, Semra Guzel, Tayip Temel, Omer Faruk Gergerlîoglu, Omer Ocalan, Şevîn Coşkun, Gulustan Kiliç Koçyîgît, Mehmet Ruştu Tiryakî, Meral Daniş Beştaş, Fatma Kurtulan, Remziye Tosun, Tuma Çelik, Abdullah Koç, Serpil Kemalbay, Bedîa Ozgokçe Ertan, Pero Dundar, Salihe Aydenîz, Ebrû Gunay, Nuran Îmîr.”
MA / Dîren Yurtsever