AMED – Dayik Behiye Sevîm a li Baroya Amedê ket greva birçîbûnê banga xwedî derketinê kir û got: “Êdî tehamula me ji yek darbestê re jî nemaye. Bila tecrîd rabe. Bila tu dayik negirîn.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 155’emîn de didome. Ji Hewlêrê bigire heta girtîgehan û ji girtîgehan bigire heta gellek bajarên welatên Ewrûpa li dijî tecrîdê greva birçîbûnê didomin. Heta niha 7 kesan li girtîgehan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn.
Malbatên girtiyên duh li avahiya Baroya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. 50 dayik di çalakiyê de cih digirin. Dayik bang li her kesî dikin ku hestiyariyê bidin nîşandan. Yek ji dayikên dest bi greva birçîbûnê kirin, dayik Behiye Sevîm e. Du zarokên wê di girtîgehên cuda de li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û li ber xwe didin. Ji zarokên wê Umît 10 sal in girtî ye û du meh in di greva birçîbûnê de ye û Ozgur jî bi şiklek birîndar 3 sal in girtî ye.
DU KURÊ WÊ LI GIRTÎGEHÊN CUDA NE
Dayik Behiye Sevîm ji bo raya giştî dengê wê bibîhîze ketiye greva birçîbûnê û wiha behsa 2 zarokên xwe kir: “Umît kurê min ê mezin e û 10 sal in girtî ye. Ewil li girtîgeha Rîzeyê dima pişt re anîn Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Lawê min din Ozgur 3 sal in girtî ye. Ozgur li Nisêbînê hat girtin û du roj li Girtîgeha Mêrdînê ma û pişt re birin Tokatê. Piştî du sal li Tokatê ma ev du meh in jî sewqî Trabzonê kirine.”
‘EM ŞER NAXWAZIN’
Sevîm anî ziman ku li zarokên wan zilm tê kirin û got: “Tenê ne zilm heqaretê li wan dikin. Em dayik in û dibêjin bila tu dayik negirîn. Ev çend sal in em bang dikin. Em wek dayikan şer naxwazin.”
‘REWŞA ZAROKÊN ME KRÎTÎK E’
Sevîm diyar kir ku kurê wê Umît du meh in di grevê de ye û kurê wê Ozgur jî ji be birîndar e ne di greva birçîbûnê de ye û wiha domand: “Ev 6 meh in min Ozgur nedîtiye. Dema Umît jî li Rîzeyê bû min wî 2 sal nedîtibû. Halê me yê aborî nebaş e. Ez nikaribûm biçûma Rîzeyê. Piştî hat Amedê her hefte diçim hevdîtina wî. Rewşa wan gellek giran e û gellek zeîf bûne. Tê hevdîtinê lê bêhal e. Rewşa zarokên me krîtîk e. Êdî bes e. Bila ev şerê qirêj û mirin bi dawî bibe û aştiyek mayînde pêk were. Bila jiyanek wekhev ava bibe. Bila êdî darbestên însanan ji girtîgehan dernekevin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe dewam bikin. Dixwazin bila me bikujin û bigirin jî. Ne li vir be jî serê her kolanê ya me ye. Êdî nema dayik vê êşê rabigirin. Êdî hêsirek dayikan nemaye ku birijînin. Bila viya her kes dizanibe. Em li dijî şer in. Bila her kes şiyar bibe. Em ji kesî tu tiştekî naxwazin. Bila tenê li vî welatî şer raweste. Bila hemû dayik rabin ser piya.”
‘HETA RÊYA DIÇE ÎMRALIYÊ VEBIBE…’
Dayik Sevîm bang li tevahiya civakê û saziyên civaka sivîl kir û wiha got: “Ji bo tiştek ji zarokê me nebe heta dilopa xwîna me ya dawî em ê li pey wan bin. 8 canên me dawî li jiyana xwe anîn. Her canek şitlek e. Divê em her tiştî ji wan bikin. Tehmaula me li hember derketina yek tabûtê jî nemaye. Bila tecrîdêr akin. Heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe û rêya diçe Îmraliyê venebe, wê têkoşîna me dewam bike.”
MA / Aydin Atay