AMED - Sevîcan Yaşar a di 2'yê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Yaşar, got: "Em ne evîndarê mirinê ne, em ji bo jiyaneke hîn baştir têdikoşin."
Rêxistina HDP'ê Sevîcan Yaşar, ji bo piştgiriyê bide çalakgerên greva birçîbûnê di 3'yê Adarê de li avahiya HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê. Lê belê di heman rojê de polîsan avêt ser avahiyê û Yaşar hat binçavkirin. Piştî 4 rojên binçavkirinê hat berdan û dîsa li avahiya HDP'ê çalakiya xwe domand. Lê polîsan di 8'ê Adarê de dîsa avêt ser avahiya partiyê û Yaşar tevî 7 HDP'iyan hat binçavkirin û piştî 4 rojên binçavkirinê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Yaşarê, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li girtîgehê domand. Di 2'yê Nîsanê de jî hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didomîne.
Yaşar, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tiştek tune ye û ew bi îktîdareke ku bi alozî, şidet û tirsê xwe xwedî dike re rû bi rû ne û got: "Lê divê mirov zelal bin. Ez ji bo mirovahiyê şer dikim. Ev ne sûc e. Tu dewlet nikare vê wekî sûc bihesibîne. Çimkî ev lêgerîneke ji bo mirovahiyê ye."
‘EM NE MIRAQDARÊ MIRINÊ NE'
Yaşar, anî ziman ku gelê kurd û nûnerên wan bi her cure çewisandin û êrîşan re rû bi rû dimînin û got: "Em ne mirovên ji rêzê ne. Êdî divê hay ji vê hebin. Yanî em baş dizanin em doza çi dikin. Dozger ne dozger in, karmend in ku li gor fermanan tev digerin. Ew bi xwe jî vê diyar dikin. Dibêjin 'em li gor fermanan tev digerin.' Divê mirov netirse. Tu kes ji me jî ne miraqdarê mirinê ye, bîlakîs hewldana me hemû ji bo jiyaneke hîn baştir e."
'EM BIBIRYAR IN'
Yaşar, anî ziman ku ger tecrîd bi dawî bibe wê mirin jî çênebin û got: "Ev têkoşîn hemû gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Di navbera 2014-2015'an de her kes aram bû. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi tiştekî wisa heye. Wê demê îktîdarê tecrîd bi dawî kir. Wê çaxê ne sûc bû, çima niha sûc e? Çima îktîdar hin tgînan careke dike cinawir? Li Tirkiyeyê divê her kes vê pirsê ji xwe bike."
Yaşar, destnîşan kir ku tecrîd qirkirin e û got: "Tecrîd, hafizeyê vala dike. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dibe tiştên hîn xerabtir jî bên serê me. Lê em dikarin bi canê xwe bibin canê hin kesên din. Bila her kes zanibe, em hay ji vê yekê hene. Em bibiryar in."
MA / Esra Solin Dal