ŞIRNEX – Pismamên hev Gakan û Salîh Kûtlûk ku li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de hatin girtin, bi mehan e di greva birçîbûnê de ne.
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de dudo jê pismamên hev Hakan û Salîh Kûtlûk in.
Hakan Kûtlûk (23), di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê hat girtin û 14 sal ceza lê hat birîn. Kûtlûk ê 3 sal in girtiye ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Salîh Kûtlûk jî di dema qedexeya derketina derve de hat girtin û ji 31'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.
‘KURÊ MIN LI BER ÇAVÊN MIN DIHELE'
Fatma Kûtlûk ku hevteya borî çû girtîgehê û kurê xwe Hakan dît, diyar kir ku kurê wê pir zihîf bûye, lê belê moralê wî pir baş e. Dayik Kûtlûk ku got "Min kurê xwe bi nazikî mezin kir, lê niha li ber çavê min dihele" got: "Her ku diçim û çav bi halê wan dikevim nexweş dikevim."
Dayik Kûtlû, xwest dengê girtiyan bê bihîstin û got: "Bila dayik rabin ser piyan û rê li ber van mirinan bigirin. Li girtîgehan zarokên me hişk bûn. Ma dilê dayikên polîs û leşkeran anşewite? Bila ew jî dengê xwe bilind bikin. Ma dewletên Ewropa ker û lal in? Çima xwe li bêdengiyê danîne?"
'ÇIMA BÊDENG IN?'
Bahar Keskîn ku di 4'ê Nîsanê de çû girtîgehê û neviyê xwe Salîh dît, got: "Destên zarokên me wek cemedê ne, ehstiyên wan tên hejmartin. Ê me wexta em rojekê rojiyê digirin, em ji hal dikevin. Lê zarokên me bi mehan e tiştekî naxwin. Êdî bes e." Keskîn, bertek nîşanî bêdengiya heyî da û got: "Zarokên me nemane. Bila cîhan hemû rabe ser piyan. Bila gel xwedî li zarokên me derkeve. Zarokên vî gelî bi mehan e di greva birçîbûnê de ne. Dewlet hemû li ber vê zilma li ser kurdan bêdeng in. Ma ne bes e? Bi salan e zilmê li me dikin."
‘MA JI XWEDÊ JÎ NATIRSIN?'
Her wiha Keskîn ji bo bêdengiya hikûmetê jî got: "Ma ji Xwedê jî natirsin?" Keskîn bang li her kesî kir û got: "Ma wê ev zilm heta kengî hebe? Bila dayikên tirk jî dengê xwe bilind bikin. Êdî em naxwazin dilê me bişewite. Mirin ne çare ye. Li girtîgehan zarokên me ziwa bûne. Em edaletê dixwazin."