XARPÊT – Li Girtîgeha Xarpêtê, du girtiyên tevî Mahsûm Pamay ku li dijî tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî di heman odeyê de diman, xistin qawîşa endamên DAIŞ'ê. Malbatan ji bo ewlehiya xizmên xwe serî li ÎHD'ê dan.
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Xarpêtê, girtiyê 22 salî Mahsûm Pamay ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike di 5'ê Nîsanê de dawî li jiyana xwe anîbû. Piştî vê bûyerê îdareya girtîgehê Talîp Kalin û girtiyekî din ku navê wî nehat hînbûn ku tevî Pamay di heman odeyê de diman, xist qawîşa endamên DAÎŞ'ê.
Hefteya borî roja duşemê Talîp Kalin bi telefonê li hevjîna xwe geriya, ragihand ku piştî hevalê wan Pamay dawî li jiyana xwe aniye rêveberiya girtîgehê wî û hevalê wî xistine qawîşa DAIŞ'iyan.
Kalin, diyar kir ku li qawîşê endamên DAIŞ'ê gefan li wan dixwin, heqaretê li wan dikin û ji ber vê tu ewlehiya wan tune ye.
Li ser vê birayê kalin, Kiyas Kalin serî li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.
Kiyas Kalin, anî ziman ku birayê wî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û der barê jiyana birayê wî de endîşeyên wan hene. Kalin, got: "Em dizanin li welat bi navêe daletê tiştek jî nemaye. Lê belê dîsa jî ev qas bêhiqûqîtî nabe. Em vê yekê qebûl nakin. Xew bi çavê me nakeve. Divê birayê min û hevalê wî demildest ji wê qawîşê bên derxistin. Bang li hemû saziyên mafên mirovan dikim; berî tiştek bê serê birayê min ji destê kê çi tê divê bike."
MA / Lezgîn Akdenîz