AMED - Bi boneya çêkirina "Baxçeyê Gel" ber sûrên Amedê tê kolandin. Arkeologan, hişyar kir ku dibe ku kolandina tê kirin zirarê bide sûran.
Sûrên dîrokî yên Amedê ku di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCO'yê de ne, niha ji ber hin xebatên li Geliyê Dîcleyê tên texrîbkirin. Li Deriyê Mêrdîn ji bo çêkirina "Baxçeyê Gel" li ber sûran dest bi kolandinê hat kirin. Hat diyarkirin ku tişta tê kirin wê zirarê bide sûran.
‘BAXÇEYÊ GEL'
Piştî gelek derdor bertek nîşanî "Projeya Qada Rekreasyonê ya Geliyê Dîcleyê" dan, heyetek ji UNESCO'yê hat û lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê hat diyarkirin ku proje zirarê dide ekosîstemê û ji ber vê xebatên projeyê hatin sekinandin. Lê belê vê carê jî dest li ber sûran dest bi çêkirina "Baxçeyê Gel" tê kirin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di deam hilbijartinê de soza çêkirina vî baxçeyî dabû. Di çarçoveya xebatên ji bo baxçeyê navbirî makîneyên karî li ber sûran dest bi kolandinê kirin.
Arkeologan anî ziman ku dibe ku xebatên tên kirin zirarê bidin sûran. Arkeologan, bilêv kir ku ji ber makîneyên karî wê sûr bihejin û ev yek jî wê zirarê bide sûrên dîrokî.
Der barê mijarê de em bi rêya telefonê li Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê geriyan. Rayedarekî bilêv kir ku hayê wan ji xebateke wisa tune ye.
MA / Lezgîn Akdenîz