ÊLIH - Derket holê ku qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, şaredarî xistiye bin 240 milyon TL deyn.
Di 11'ê Îlona 2016'an de Wezareta Karên Navxweyî cîgirê walî Şevket Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir. Derket holê ku qeyûm di nav 2 sal û nîvan de şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye.
240 MILYON DEYN
Piştî hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê Hevşaredarên HDP'î Songul Korkmaz û Mehmet Demîr bi ser ketin û şaredarî dewr girtin, deynên qeyûm derketin holê. Derket holê ku qeyûm di nav 2 sal û nîvan de şaredarî xistiye bin 240 milyon TL deyn û niha deynê şaredariyê bi giştî 307 milyon û 328 hezar û 305 lîre ye.
‘EM Ê YEKO YEKO JI GEL RE RAVE BIKIN'
Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Songul Kr-orkmaz û Mehmet Demîr, bilêv kirin ku ew ê van deynan lêkolîn bikin û yeko yeko ji gel re rave bikin. Hevşaredar Mehmet Demîr, bilêv kir ku bi qeyûman hatiye xwestin ku şaredariyan têxin bin deynan da ku ew nikaribin xizmetê bikin. Demîr, got: "Em ê pêşî van deynan teşhîr bikin. Ev pere çûne kuderê? Em ê yeko yeko lêkolîn bikin û ji gel re rave bikin. Bila kes nebêje şaredariyeke ev qas deynê wê heye wê nikaribe xizmetê bike. Em ê tevî gel bi rê û rêbazeke herî baş xizmetê bikin."
Hevşaredar Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku ew ê pêşî nelirêtiyên hatie kirin aşkere bikin û got: "Niha 307 milyon lîre deyn heye. Em li aqûbeta mal û milkên şaredariyê lêkolîn dikin. Di rojên pêş dê wê ev dîmen zelal bibe û em ê aşkere bikin."
MA / Metin Yoksu