MÊRDÎN – Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba, wexta bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest dabû. Her çend adgehê biryar girtibû ku rayedar Akbaba sewqî nexweşxaneyê bikin jî rayedaran ew sewq nekiribû. Malbatê giliyê rayedaran kir, lê belê dozgeriyê der barê giliya malbatê de biryara "neşopandinê" da.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba yê 70 salî di 28'ê Kanûna 2018'an de bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû, lê belê di dema danişînê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî qeyrana dil derbas kir wî rakiribûn nexweşxaneyê, lê belê Akbaba li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Paşê malbata Akbaba, li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê giliyê rayedarên Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê jî di 23'yê Gulana 2018'an de biryar dabû ku Akbaba sewqî nexweşxaneyê bê kirin û bê tedawîkirin.
Dadgehê di giliya xwe de bal kişand ser vê biryarê jî lê belê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê dîsa jî der barê giliya malbatê de biryara "neşopandinê" da û serlêdana malbatê red kir.
WÊ MALBAT SERÎ LI DMME'YÊ BIDE
Kurê Akbaba, Şehmûz Akbaba bertek nîşanî vê biryarê da û destnîşan kir ku bavê wî ji ber îhmalkariya rayedaran jiyana xwe ji dest daye. Akbaba, bi bîr xist ku dadgehê xwestiye bavê wî sewqî nexweşxaneyê bê kirin lê belê rayedaran ew sewq nekiriye û got: "Bavê min ji ber îhmalkariya rayedarên girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Em ê pêşî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. Eger bê redkirin vê carê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."
MA / Ahmet Kanbal