İZMİR – Bariş Kaya ku di sala 2000'î de li dijî avakirina girtîgehên Tîpa F 180 rojan di rojiya mirinê de ma, anî ziman ku çalakiyên li dijî tecrîdê çalakiyên mafdar in û got: "Em çi qasî xwedî li greva birçîbûnê derkevin wê ew qasî zûtir bigihê armanca xwe."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 155'an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome.
Bariş Kaya ku di sala 2000'î de li dijî çêkirina girtîgehên Tîpa F 180 rojan di rojiya mirinê de ma, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê nirxandin.
'DÎROKÊ DINIVÎSÎNIN'
Kaya, destnîşan kir ku tecrîd îşkence ye. Kaya, bilêv kir ku çalakiya Leyla Guvenê çalakiyeke pir girîng e û helwesteke dîrokî nîşan dide. Kaya, anî ziman ku faşîzm tecrîdê wekî rêbazeke îşkenceyê bi kar tîne û got: "Dîrokek girtîgehan a vî welatî heye û herî zêde gelê kurd hay ji vê dîrokê heye. Ji berê heta niha li Tirkiyeyê li ber çavê cîhanê bi sedan girtî hatin qetilkirin û gelek girtiyên di rojiya mirinê de qetil kir. Li Tirkiyeyê girtîgeh, îşkencexane ne. Niha li dijî vê îşkenceyê gelê kurd û şoreşger li ber xwe didin. Niha bi hezaran girtî bi berxwedana xwe dîrokê dinivîsînin."
LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN'
Kaya, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, parêz û şoreşger di girtîgeha de ne û hikûmeta heyî hewl dide vîna gel teslîm bigire. Kaya, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve û mezin bike û got: "Divê hemû hêz li dijî tecrîdê bi hev re tev bigerin. Niha li girtîgehan ji bo têkşikandina berxwedana girtiyan zext û zorî di asta herî jor de ne. Ev îşkence carinan bi awayekî fizîkî carinan jî bi awayekî derûnî tên kirin. Lê belê wê faşîzm nikaribe girtiyên siyasî û şorşegeran teslîm bigire. Hikûmeta heyî baş hay ji vê yekê heye. Li zindana Amedê komkujiyeke mezin û li dijî vê komkujiyê berxwedaneke mezin rû da. Axirê girtîgehê nikaribû xwe li ber vê têkoşînê ragire û bi paş ve gav avêt. Em çi qasî xwedî li vê berxwedanê derkevin wê zûtir bigihê armanca xwe."
Kaya, bilêv kir ku tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e. Kaya, diyar kir ku niha parlementer di greva birçîbûnê de ne, lê belê ev şerma Tirkiyeyê ye. Kaya, xwest hikûmet rojek berî rojekêê gavina bavêje û got: "19'ê Kanûna 2000'î dîroka komkujiyeke mezin e. Niha hikûmet xwe li bêdengiyê datîne û bi vê bêdengiya xwe qetlîamê pêk tîne. Daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîdê daxwazeke mirovane ye û divê demildest tcerîd bi dawî bibe."
MA / Rûken Demir