ÎZMÎR - Dayika Ozkan Yaşarê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê heta niha 3 caran ketiye greva birçîbûnê, Hazal Yaşar bilêv kir ku serê tiliyên kurê wê reş bûne û got: "Tiştek bê serê kurê min, berpirsiyar dozgerê girtîgehêî Wezîrê Dadê û Serokomar e."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 155'an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Ozkan Yaşar e. Yaşar, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Jimare 3'yan a Tîpa T a Şakranê di greva birçîbûnê de ye. Heta niha Yaşar 3 caran li dijî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê. Du caran muebeta giran û 41 sal û meh ceza li Yaşar hatiye birîn.
Dayika wî Hazal Yaşar, bilêv kir ku di 1'ê Nîsanê de çûye girtîgehê û kurê xwe dîtiye. Yaşar, anî ziman ku li girtîgehê gardiyanên jin ew taciz kirine û piştî hevdîtina vekirî gardiyanan nêzî 50 xizmên girtiyan xistiye odeyekê û derî li ser wan girtine. Dayik Yaşar, bilêv kir ku zext û zoriyên li girtîgehê pir zêde bûne.
'SERÊ TILIYÊN WÎ REŞ BÛNE'
Dayik Yaşar, anî ziman ku kurê wî nêzî 8 kîloyan zihîf bûye û serê tiliyên wî reş bûne. Yaşar, anî ziman wê destê xwe daye destê kurê xwe û destê kurê wê wekî qeşayê cemidî bûne û got: "Lingê min seqet e, bi zorê diçim girtîgehê. Kurê min got 'neheqî li me tê kirin, her roj zilm û zordarî heye, heta he roj zilm li me bê kirin em bimirin çêtir e. Bidawîbûna tecrîdê tê wateya rihetbûna Tirkiyeyê jî."
'BERPIRSIYAR SERKOMAR E'
Yaşar, anî ziman ku êdî naxwazin li girtîgehan kes bimire û xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Yaşar, got: "Ji ber berê jî kurê min ketiye greva birçîbûnê siheta wî nebaş e. Serokomarê Tirkiyeyê xwe li ker û lalîtiyê datîne. Eger tiştek bê serê kurê min berpirsiyar dozgerê girtîgehê, Wezîrê Dadê û Serokomar e. Ez ê giliyê hemûyan bikim. Li tu devera cîhanê mehkûm nayên tecrîdkirin. Ev zilm tenê li Tirkiyeyê heye."