* Hazal Yaşar, dayika Ozkan Yaşarê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê heta niha 3 caran ketiye greva birçîbûnê, bilêv kir ku serê tiliyên kurê wê reş bûne û got: "Tiştek bê serê kurê min, berpirsiyar dozgerê girtîgehêî Wezîrê Dadê û Serokomar e."
* Bariş Kaya ku di sala 2000'î de li dijî çêkirina girtîgehên Tîpa F 180 rojî di rojiya mirinê de ma, anî ziman ku çalakiyên li dijî tecrîdê çalakiyên mafdar in û got: "Em çi qasî xwedî li greva birçîbûnê derkevin wê ew qasî zûtir bigihê armanca xwe."
* Weşanxaneyên tev li Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê bûn, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî pir kes pirtûkan nakire.
* Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba, wexta bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest dabû. Her çend adgehê biryar girtibû ku rayedar Akbaba sewqî nexweşxaneyê bikin jî rayedaran ew sewq nekiribû. Malbatê giliyê rayedaran kir, lê belê dozgeriyê der barê giliya malbatê de biryara "neşopandinê" da.
* Derket holê ku qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, şaredarî xistiye bin 240 milyon TL deyn.
* Bi boneya çêkirina "Baxçeyê Gel" ber sûrên Amedê tê kolandin. Arkeologan, hişyar kir ku dibe ku kolandina tê kirin zirarê bide sûran.
* Li Girtîgeha Xarpêtê, du girtiyên tevî Mahsûm Pamay ku li dijî tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî di heman odeyê de diman, xistin qawîşa endamên DAIŞ'ê. Malbatan ji bo ewlehiya xizmên xwe serî li ÎHD'ê dan.
* Pismamên hev Gakan û Salîh Kûtlûk ku li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de hatin girtin, bi mehan e di greva birçîbûnê de ne.
* Sevîcan Yaşar ku di 2'yê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne. Yaşar, got: "Em ne miraqdarê mirinê ne, em ji bo jiyaneke hîn baştir hewl didin."
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi armanca balê bikişîne ser daxwazên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê wê li şaxên Enqere, Stenbol, Amed, Edene û Rihayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û bi dirûşmeya "Deng bide jiyanê" rojekê nobetê bigirin. (09.00-13.00)
* 16'emîn Danişîna doza JİTEM'ê ya Qoserê wê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (11.30)
* Nobeta malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebze dane destpêkirin wê berdewam bike. (12.00)
* Rêxistina HDP'e ya Amedê wê biryara YSK'ê ya nedayîna mazbata li pêş Şaredariya Rezan şermezar bike. (12.00)