RIHA - HDP'ê ji bo li Wêranşarê deng ji nû ve bên hejmartin serî li YSK'ê dan. Li Wêranşarê, di navbera namzetê HDP û namzetê AKP'ê de 757 deng hene û 6 hezar û 607 deng jî nehatine hesibandin.
Li gorî encamên hilbijartina herêmî yên Wêranşara Rihayê namzetê AKP'î Salîh Ekîncî 37 hezar û 330 deng û namzetên HDP'ê Hidir Oktay û Roza Yazmaci jî 36 hezar û 573 deng girtin. Di navberê de 757 deng ferq hene. HDP'ê ji bo 6 hezar û 607 dengên nehatine hesibandin iji nû ve bên hesibanin serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.