WAN – Hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci mazbata xwe wergirtin.
Hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ji bo mazbata xwe werbigirin li gel hevserokên Rêxistina HDP û DBP’ê yên Wamê, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û bi sedan welatî çûn avahiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û mazbataya xwe wergirtin. Hevşaredaran piştî mazbata wergirt li pêşiya avahiya Dadgeha Wanê daxuyanî dan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe daxuyanî da û bang li hikûmet û YSK’ê kir ku rêzê ji encamên hilbijartinê re bigirin.
Hevşaredarên Artêmetan û Tûşbayê ku ji bo mazbataya xwe bigrin çûn Desteya Hilbijartinê ya Navçeyan û bi hêceta astengiya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de heye mazbata nedan hevşaredaran.