MÊRDÎN – Parêzer Erdal Kuzu nedayîna mazbataya hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê wek “dijqanûnî” nirxand û got: “Redkirina îtîrazê gellek hiqûqî ye. Lê rê vekirina ji bo YSK’ê li dijî qanûnan e.”
Lîjneyên Hilbijartinê yên Amed, Wan û Mêrdînê û hin navçeyan hêj nedana hevşaredarên HDP’ê yên hatin bijartin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag tevî ku serlêdan kirin jî mazbata xwe wernegirtine. AKP’a Mêrdînê xwestibû ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr mazbatayê nede Ahmet Turk û bide namzetê AKP’ê yê Mêrdînê Vejdî Kahraman. Parêzer Erdal Kuzu nedayîna mazbatayê nirxand.
Kuzu got Desteya Hilbijartinê ya Mêrdînê îtîraza AKP’ê red kiriye û got: “Tu asteng li pêşiya birêz Ahmet Turk nîne. Bi vê serlêdana AKP’ê dixwazin dayîna mazbatayê dereng bixînin. Ev jî taktîkek AKP’ê yê nû ye.”
‘NEDANA MAZBATAYAN DIJQANÛNÎ YE’
Kuzu anî ziman ku AKP’a Mêrdînê piştî biryara betalkirina desteya bajêr gotina dawî hewaleyî YSK’ê kiriye û got: “Dixwazin li ser vîna gel pêkanînek cuda bisepînin. Redkirina îtîrazê gellek hiqûqî ye. Lê rê vekirina ji bo YSK’ê li dijî qanûnan e. Kar û barên pîştî 1’ê Nîsanê hatin kirin li dijî hiqûqê ye. Li Qoserê tevî ku îtîraz nîne jî mazbatayên encûmanan nadin wan. Tenê ne li Qoserê li Dêrik, Nisêbîn û Stewrê jî heman rêbaz û pêkanîn hene. Van pêkanînên tên kirin bi qanûn û hiqûqê re tu eleqeya wê nîne. Ji ber vê yekê divê gavek berî gavekî vê pêvajoya didome bi dawî bikin.”