STENBOL - Danişîna doza 5 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbole hat dîtin. Dadgehê Midûrê Karên Nivîsê Îshak Yasul û edîtora rojnameyê Hicran Urun serbest berda.
Danişîna doza 5 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbole hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê der barê Midûrê Karên Nivîsê Îshak Yasul û edîtorê rojnameya Ozgur Gundemê Hîcran Urun biryara berdanê da. Dadgehê der barê xwediya Îmtîyazê Îhsan Yaşar û edîtorên Rojnameyê Mehmet Ali Çelebî, Reyhan Hacioglu de jî biryara berdewama girtinê da.