MÊRDÎN / AMED - Li navçeya Kerborana Mêrdînê di saetên serê sibê de, ji ber barana zêde lehî rabû. Li navçeyê wesayît ber lehiyê ketin, mal û zevî dibin avê de man. Li navçeya Farqîna a Amedê jî lehî rabû.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di saetên serê sibê de ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiya rabû gelek mal û zeviyên çandiniyê di bin avê de man. Li navçeyê jêrzemînên malan dibin avê de man, li Goristana Sefayî hilweşîn çêbû, zeviyên welatiyan di bin avêde man û zerara malî rû da. Hat ragihandin ku maşîneyek jî li ber vê ket û di binê avêde ma. Li hin cihan lêhî rabû. Ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û AFAD'ê, li ser bangkirina welatiyan, li herêmê dest bi xebatê kirin.
FARQÎN
Li Navçeya Farqînê ya Amedê di saetên nîvro de barîna zêde ya baranê bandorê li ser jiyanê kir. Ji ber baranê lehî rabû û li navenda navçeyê gelek kargeh, mal û cih di bin avê de man. Lehî bû sedema xisarên madî. Wesayît di nava ava lehiyê de man û welatî asê man. Xisar qewimî nehat zanîn çiqas e.