Malbatên Girtiyan li Baroya Amedê dest bi grevê kirin

  • rojane
  • 14:46 10 Nîsan 2019
  • |
img
AMED - Malbatên Girtiyan, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe yên li girtîgehan di grevê de û daxwazên wan bînin ziman, ji bo 3 rojan li Baroya  Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 
 
Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye di roja 154'emîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 141'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 115'emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiye 116 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 41'emîn de didome.  Malbatên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê jî bi armanca daxwazên zarokên xwe bînin ziman ketin nava liv û tevgerê. Xizmên girtiyan ên li Amedê ji bo daxwazên zarokên xwe bînin ziman ji bo 3 rojan li Baroya  Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Gelek xizmên girtiyan di çalakiyê de cih girtin. Malbatên ku di çalakiyê de rûniştin wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û daxwazên zarokên xwe parve kirin.b Malbatan di çalakiyê de diruşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" berz kirin. Ji ber çalakiyê polîsan avahiya Baroyê dorpêç kirin. 
 
Li ser navê malbatan Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Nezahat Teke, diyar kir ku hemû dayikên li Baroyê xwedî êş in û wiha got: "Em ji bo daxwazên zarokên xwe bînin ziman em hatine baroyê. Baro cihê hiqûq û edaletê ye. Em jî wekî dayikên hemû girtiyan rewşa zarokên xwe dibînin. Em dibêjin em dikarin dengê xwe li ku bilind bikin û bigînin rayedaran. Leyla Guven îro 154 rojin li dijî tecrîdê di greva birçibûnê de ye. Bi mirinê re rû bi rû ye. Em jî ji bo zarokên me nemirin li vir dest bi nobedê digirin. Maden zarokên me birçî ne. Em ê jî li vir 3 rojan rûnên û birçî bin. Duh em çûn ziyareta zarokên xwe. Me rewşa zarokên xwe dît. Êdî xew nakeve çavê me. Ger ku mirin hewce me em birin. Em bang li hemû cîhanê dikin. Mafê her kesî heye. Ji girtîgehan 7 cenaze derketin. Destûr nedan ku malbat li gorî daxwazên xwe zarokên xwe defin bikin. Em êdî naxwazin malbat darbestên zarokên xwe pêşwazî bikin. Yên ku guh nedin daxwazên zarokên me wîcdanê wan tune ye. Bila baro jî li qusûra me nenere. Bila her kes êdî dengê me bibhîze. Tenê daxwazek me heye. Bila zarokên me nemirin." 
 
 
Cîgira Seroka Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî anî ziman ku daxwazên girtiyan rewa û hiqûqî ye û wiha got: "Em çalakiya malbatan a rûniştinê û greva birçîbûnê qebûl dikin û fam dikin. Yên herî zêde ji grevê dikevin bin bandorê malbatên girtiyan in.  Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe hikûmet erka xwe pêk neaniye. Baroya me mafê mirovan diparêze û mafê jiyanê pîroz dibîne. Ji ber vê yekê çalakiyek li vir mafdar e. Ji ber ku yên li vir çalakiyê pêk tînin xizmên girtiyên di çalakiyê de ne. Daxwazên we rewa û mafdar e. Ji ber vê yekê ez çalakiyla we mafdar dibînim." 
 
Rêveberê Baroyê Serdar Çelebî jî anî ziman ku hatina malbatan a baroyê nîşan dide ku baweriya mirovan a ji hiqûqê hêj bi dawî nebûye û wiha got: "Baro her dem li pişt malbatên girtiyan e. Wê ji niha û şûnde jî li pişt malbatên girtiyan be." 
 
 
 
 

Sernavên din

13/04/2019
09:56 Qeyûmê Hezexê qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û milk kir
09:23 ‘7 can çûn, hêj em li benda çi ne?’
09:22 Malbatên girtiyan: Em xwedî berxwedana zarokên xwe derkevin
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 157'emîn de ye
09:20 5 kurê wî û biraziyekî wî di greva birçîbûnêde ne: Li vî welatî heq û hiqûq tune ye
09:20 Du birayên di greva birçîbûnê de: A mirov dikuje bêdengî ye
09:19 Şaredariya Kopê xistine bin 43 milyon TL deyn
09:18 Dayika du zarokên wê di greva birçîbûnê de: Bibin dengê wan
09:18 Hevaltiya 2 dayikan a 25 salan: Niha ji bo zarokên xwe têdikoşin
09:17 'Qanûnê pêk bînin, tecrîdê bi dawî bikin'
09:16 Aborîzan Muftuoglû: AKP nikare ji derheqê krîza aborî derkeve
09:15 ‘Ji bo aştî û azadiyê em ê li dakevin qadên 1'ê Gulanê'
09:14 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:13 Îsmaîl Kocaman ê di greva birçîbûnê de: Bibin dengê me
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2019'AN
12/04/2019
18:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:12 YSK, biryara xwe da: Wê mazbatayê bide Ahmet Turk
16:04 Baroya Amedê pêşniyara ‘navbeynkariyê’ kir
15:58 DTSO kampanya alîkariyê ji bo welatiyên Îranê dest pê kir
15:46 Hevşaredarê Rezan: Em kesên mazbata digirin rewa nabînin
15:44 HDP’ê îtîrazî wergirtina mazbataya namzetê AKP’ê yê KHK’î kir
15:20 Daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin
15:19 Polîsan li Artemêtanê destûr neda çalakiya rûniştinê
15:02 Danişîna Hevserokê DBP’ê Arslan hat dîtin
14:54 Polîsan dîsa nobeta malbatên girtiyan a Gebze asteng kirin
14:53 Di danişîna ku cerdevanan 3 bira kuştin de yek hat berdan
14:33 Pîra 80 salî li dijî biryara YSK’ê 3 roj in di nobetê de ye
14:18 TMMOB: Biryara YSK’ê xespa mafane
13:55 AKP’a Mêrdînê li dijî Ahmet Turk îtîrazên sosreta li ser sosretê dike
13:51 Yildirim a YSK'ê mazbata neda wê: Mafê me xezp dikin
13:41 Li Rezanê dê mezbata bidin namzetê AKP’ê
13:22 Xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê dawî li çalakiya xwe anîn
13:00 Xelîl: Divê hemû hêzên navneteweyî beşdarî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin
12:39 Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê di roja duyem de didome
12:32 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Buldan: YSK ketiye bin wesayeta AKP’ê
11:44 Hevşaredara Rezan Zumrut: Biryara YSK'ê encama tecrîdê ye
10:59 Yîgîter: YSK’ê ji bo şaredariyan ji destê HDP’ê bigre têkildarî KHK'ê biryar da
10:48 Dayika girtiyan fîxan kir: Vê êşê li dilê me daye êdî bes e
10:19 Heyeta HDP’ê bi CPT re hevdîtin kir
09:57 Aslan ê 27 sal in girtî ye: Bila her kes bibe perçeyê berxwedanê
09:53 Dayika Suleyha Taş: Bila her kes dengê xwe derxe ku tecrîd rabe
09:41 Çalakiya Leyla Guven di roja 156'emîn de ye
09:16 Polîsan li Amedê ciwanek binçav kir
09:15 Aydenîz: Biryara YSK'ê berdewama polîtîkaya qeyûma ye
09:14 Rêya di navbera Cizîr-Silopiyayê de di çi halî de ye!
09:13 Hevşaredarên Cizîrê: Qeyûm wekî 'makîneya qirkirinê' hatiye tayînkirin
09:12 Amediyan biryara YSK'ê nirxand: Rezaletî ye
09:11 Bavê Sebahat Tûncelê: Berî aloziyeke mezin çêbibe divê tecrîd bi dawî bibe
09:11 Tûgba Can ku di greva birçîbûnê de ye: Bêdeng nemînin
09:11 'Li gorî Qanûna Bingehîn tev bigere'
09:09 Xwişka girtiya di grevê de: Bila zû heyetên serbixwe biçin girtîgehê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2019'AN
11/04/2019
17:05 Endamê MYK’a HDP’ê Mîmkara û 4 kesên din hatin girtin
16:47 Li Sêrtê mazbata hevşaredarekê danê û yê din nedanê
16:36 Hevşaredarê berê yê Komirê Yuka hat berdan
16:27 Doza JÎTEM’ê ya Qoserê: Dozger mutala neda, danişîn hat taloqkirin
16:15 HDK: Biryara YSK'ê li dijî vîna gel e
15:24 HDP’ê xwest li 5 navçeyan hilbijartin bê betalkirin
15:12 Oztrak: AKP ji bo hilbijartinê bidize dest bi tevgerê kiriye
15:08 Rejîma Sûdanê têk çû
15:07 Biryara YSK'ê şermezar kirin: Em vina gelê xwe bê xwedî nahêlin
14:49 Bariyerên li ber şaredariyê bi gel re rakirin
14:39 Çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Gebze 3 rojin didome
14:37 Ji ÎHD’ê nobeta greva birçîbûnê: Deng bidin jiyanê
14:22 Qeyûm Şaredariya Sîlopiyê bi 133 milyon TL xist bin deynan û 19 dolim erdê wê dewir kir
14:05 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê dest bi peywira xwe kirin
13:41 Derbarê Ferhat Tunç de dozek din hat vekirin
13:17 Li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
12:56 Parêzerên Ocalan cara 806’emîn serlêdan kirin
12:49 HDP’î biryara YSK’ê şermezar dikin: Li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:16 Wekîlên HDP’ê çûn serdana malbatên girtiyên di greva birçîbûnê dene
12:03 Malbata Gezen wê nameyên ji bo Zulkuf hatine bike pirtûk
11:41 Li dijî biryarên YSK’ê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:27 2 teqîn li Mînbîcê rû dan
11:14 Oluç: Biryara YSK'ê komploya siyasî ye
10:55 Jinên Êzidî dixwazin beşdarî darizandina DAIŞ’iyan bibin
10:52 Endama Desteya Rêveberiya HDP’ê Ertaş hat binçavkirin
10:37 Şaredarê AKP’î: Ez ne mecbûr im deynê qeyûm ji gel re eşkere bikim
10:36 Dozger ji ber bertek nîşan neda fezleke amade kir
10:09 Sevîm: Tehamula me ji yek darbestê re jî nemaye
09:19 Çalakiya Leyla Guven di roja 155'emîn de ye
09:08 Yaşar a li malê çalakiya xwe didomîne: Em ne evîndarê mirinê ne...
09:07 Bi mehan e du pismam li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:07 2 girtiyên di greva birçîbûnê de xistin qawîşa DAIŞ'iyan
09:06 Ji bo 'Baxçeyê Gel' zirarê didin sûrên Amedê
09:05 'Deynê Şaredariya Êlihê 240 milyon TL ye'
09:04 Dozgeriyê serlêdana malbata girtiyê di danişînê de mir red kir
09:03 'Ji ber krîza aborî êdî kes nikare pirtûkan jî bikire'
09:03 'Em xwedî derkevin wê çalakî zûtir bigihêjin armanca xwe'
09:02 Dayika ku kurê wê 3 caran ketiye greva birçîbûnê: Berpirsiyar serokomar e
09:01 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2019'AN
10/04/2019
21:36 Ji YSK'ê biryareke ecêb: Em ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin
20:19 HDP, ji bo Wêranşarê serî li YSK'ê da
20:11 Hevşaredarên Gêlê mazbatayên xwe girtin
17:26 Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî derket
17:00 Hevşaredarên Wanê mazbata xwe wergirtin
15:53 Prz. Kuzu: Nedana mazbatayan dijqanûnî ye
15:50 Ji doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî 2 rojnameger berdan
15:37 Li Kerboran û Farqînê kargeh, mal û zevî di bin avê de man