STENBOL - Piştî 6 salan, cara yekemîn li cihê Berkîn Elvan ê bi guleya gazê ya polîsan hat birîndarkirin û piştî 269 rojan li nexweşxanê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da, keşf hat kirin.
Di doza derbarê kuştina Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Parka Gezî de, bi guleya gazê ya polîsan hat birîndarkirin û piştî 269 rojan li nexweşxanê hat dermankirin û jiyana xwe ji dest da hat vekirin de, dadgehê biryar dabû ku di 10’ê Nîsanê de li cihê bûyerê keşf bê kirin. Polîsên di saetên serê sibê de hatin cihê bûyerê ya keşf lê bêkirin, rêyên ketin û derketina cihê bûyerê girtin. Malbata Berkîn Elvan, parêzerên malbatê, Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Denîzcan Tarlak ê şahide birîndarkirina Berkîn Elvan û gelek kes hatin cihê bûyerê. Piştî ekîbên lêkolînê hatin cihê bûyerê, polîsan destûr dan parêzer û malbatê ku derbasî cihê bûyerê bibin. Ekîban nêzî saetekê lêkolîn kirin, dimen û wêne kişandin.
‘MIN CIHÊ BÛYERÊ NÎŞAN DA Û VEGOT’
Denîzcan Tarlak ê dema birîndarkirina Berkîn Elvan dîtibû, piştî lêkolîna cihê bûyerê daxuyanî da û got: “Tiştên min di dadgehê de gotin, ji şandeya keşfê re jî vegotin. Min cihê bûyerê nîşan da û bûyer vegot.”
‘DÊ BÊJIN GULEYA GAZÊ SUCDARE’
Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan jî, anî ziman ku wê êşa berî 5 salan cardin jiya û wiha axivî: “Ji vir û şûnde dê çi bibe em nizanin. Gelo kesên gule li kurê min reşandin xwedî wijdanin? Ger ditirsin bila netirsin. Ji bo ku kesek din neyê kuştin ev 5 salin em têdikoşin. Emê tu kesî nekujiin. Em alîgirê jiyanê ne. Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê du birayên hev Muhammed ê 7 salî û Fûrkan Yildirim ê 6 salî dibin panzêra ket mala wan de man. Weke ku hûn dizanin panzer bi qisûr hat dîtini ne polîs. Ez wisan texmîn dikim ku sibe dê bêjin gule gazê sûcdar bû. Emê di demê pêş de bibînin.”