AMED - Rojnameger û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Ercan Yeltaş, der barê 3 polîsan de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), têkiladrî gefên polîsan ku li Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Ercan Yeltaş xwariye li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de rojnameger û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Ercan Yeltaş, diyar kir ku di 26'ê Adarê de li Rawestgeha Ayhan a Semta Ofîsê ya Navçeya Yenişehirê dema rojname belav dikir, dema di maşîneyê de bû 3 kesên ku xwe wekî polîs dane naskirin, cama maşînê danîne xwar û gef li wî xwarine. Yeltaş, anî ziman ku dema di maşîneya xwe de bû, 3 kesên ku xwe wekî polîs dan naskirin bi zorê li erebeya wî suyar bûn û wiha got: "Bi zorê li maşînê suyar bûn û gotin 'Divê em bi tere bi axivin.' Lê min got tiştekî ez bi were biaxivim tune ye. Xwestin ez bi wan re biçim li cehekî rûnêm û bi min re bi axivin. Piştî min bertek nîşanî wan da gotin 'Em te baş nas dikin. Em te ji nêzîk ve dişopînin' Em dixwazin tu were ji bo me kar bike' û gef li min xwarin. Piştî min pertek nîşanî wan da yek nêzî min bû û got 'Em ê dîsa hev bibînin' û çû.
ÎRA: DIVÊ EW POLÎS BÊ DÎTIN Û DARIZANDIN'
Berdevkê ÎRA Hakki Boltan jî anî ziman ku ev ne gefên nû ne û wiha got: "Dixwazin bi van pêkanînan nehêlin rojnameger karên xwe bikin û wan çavtirsandî bikin. Em dixwazin bêyî dereng bikeve rayedarên darazê van polîsan bibîne û 3 polîsan darizîne. Der barê 3 polîsan de karê hiqûqî bidin destpêkirin. Piştî daxuyaniyê Ercan Yeltaş serî li ÎHD'ê da û alîkariya hiqûqi xwest. Yeltaş, piştre bi rêya parêzerê ÎHD'ê li Serdozgeriyê Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir.