STENBOL - Sendîkayên kedê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê, têkildarî pirozbahiya 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran li Navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê ya hevpar pêk anî. Sendikayan diyar kirin ku wê bi rêxistinbûna milyonan wê bahara herî xweş bijîn û demokrasiyê pêş bixin. Sendîkayan bang kir û xwest bi milyonan li qadê kom bibin.
Konfederasyona Karkerên Şoreşger a Tirkiye (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedê ya Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), bi hevre têkildarî pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran daxuyanî dan. Sendikayan bi hevre li Navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emin Koramaz, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, Parlamenterê CHP'ê Kani Beko û gelek nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn.
‘EM CÎHANEK BÊ ŞER Û BÊ METÎNGERÎ BIJÎN Û BIDIN JIYANDIN'
Li ser navê sendîkayan Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu daxuyanî da. Çerkezoglu, anî ziman ku ew dê di 1'ê Gulanê de bi tevlêbûna karker, kedkar, betal, kesên teqawît, rewşenbir, huermend, nivîskar, rojnameger, esnaf, xwendekar û hemû beşên civakê dakevin qada 1'ê Gulanê û wiha got: "Em ê nîşan bidin ku li qadê her kes çawa dikeve milê hev û hev digire. Welatê ku em dibêjin ne çend kesên ku ji xwe re dibêjin patron û xwediyê sermayeyê. welatê ku em dibêjin ji bo hemû kedkar, karker û gelên din bibe warê jiyanê ye. Em welat dixwazin ku berpirsiyarê krîza aborî faturaya krîzê bidin. Em welatê azad ku her kes lê dikarin bi ewle û di nava şertên azad û wekhevde bijîn dixwazin. Welatê ku karker lê namirin, zilm û betalî lê tune ye, dixwazin. Em wekî kesên ku hemû nirx û xweşikahiyên vî welatî di afirinînin, dixwazin di serî de li Taksimê û li çar aliyê welat 1'ê Gulanê pîroz bikin. Em dixwazin di 1'ê Gulanê roja yekîtî, têkoşîna hevpar û piştevaniyê de wêneyê heviyê xêz bikin. Wêneyê hestera xwe ya vî welatî xêz bikin. Em ê ji bo parastina ked, nan, kar û pêşeroja xwe li Qadên 1'ê Gulanê bi milyonan bên cem hev û heviya aştî û welatekî bê şer û bê mêtîngerî bijîn û bidin jiyandin. "
Çerkezoglu, ani ziman ku 1'ê Gulanê ne mîtîng e û wiha lê zêde kir: "1'ê Gulanê ne mîtîng e. 1'ê Gulanê li çar aliyê cîhanê roja aştî, piştevanî û şewirmendiyê ye. Li hemû parzemîn û sedan welatên cîhanê tê pîrozkirin. Roja yekîtî û piştevaniya navneteweyî ya çîna karkeran e. Mafê karkeran heye ku li her qadê bi coşek mezin piroz bikin. Ne tenê li Stenbolê, ji bo hemû bajarên me mafekî herî xwezayî û rewa ye. Taksîm di milê Hiqûqî de jî mafê me ye. Di 1'ê Gulanê de kombûna li Qada Taksîmê mafekî dîrokî û sîncî ye. di heman demê de mafekî hiqûqî ye jî. Di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û dadgehên navneteweyî de gelek biryar hene ku pîrozbahiya li Qada Taksimê mafekî hiqûqî û zagonî ye.
Lê bi dehan caran rêveberiya îdarî ev mafê me yê zagonî û hiquqî red kiriye û xezp kiriye. Em dixwazin 1'ê Gulanê bi hemû reng û coşa wê pîroz bikin. Em kesên ku hemû nirx û xweşikahiyên vî welatî ava dikin, emê jiyanê ji nûve ava bikin. Emê demokrasiyê ji nûve ava bikin. Em bang li her kesî dikin ku li qadan bên cem hev û bibin yek."
Çerkezoglu, anî ziman ku ji bo li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê piroz bikin ji Walîtiyê Stenbolê roja duşemê randevu daxwaz kirine û hêj bersîv nehatiye."