STENBOL – Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili ji doza rojnameyê tê darizandin hat tahliyekirin. Ji bo ku cezayek din ê Sancili hatiye teqezkirin nehat berdan û wî carek din birin girtîgehê.
Danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtinê didome. Danişîna 12’emîn a doza endamên Desteya Şêwra Weşana Ozgur Gundemê nivîskar Asli Erdogan û zimanzan-nivîskar Necmiye Alpay jî di nav de 9 rojnamegerên ji dozê tên darizandin jî hene li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtîn. Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameyê Kemal Sancili ku girtî ye û Hevgerîndeya Weşana Giştî ya berê Eren Keskîn di danişînê de amade bûn. Rayedarên ji balyozxaneyên Almanya û Hollanda jî dozê şopandin.
Kemal Sancili da zanîn ku têkildarî materyalên dîjîtal rapor negihandinê û xwest bê berdan. Eren Keskîn jî di parastina xwe de got: “Di vê serdema me em têde ne, ez fêm nakim çima ewqas dixwazin azadiya îfade û ramanê hildin bin zextan.” Pişt re parêzer Ozcan Kiliç axivî û xwest miwekîlê wî Sancili bê berdan.
Dozgerê dozê jî xwest Kemal Sancili bê berdan.
Heyeta dadgehê navberek kurt da danişînê û pişt re biryara berdana Sancili da û danişînê taloqî 3’ê tîrmehê kir.
Ji ber ku Kemal Sancili ji dozek din cezayê wî hatiye teqezkirin nehat berdan û wî şandin girtîgehê.