AYDIN - Li Aydinê zarokê 12 sali Ahmed El Ahmed ê ji Sûriye hat û li Çotgeha Dewaran a Efelerê kar dikir, ket çala gubreyê dewaran û jiyana xwe ji dest da. Li şopa Ahmed tenê gîzme û fanêreyê wî ma.
Li Aydinê zarokê 12 salî Ahmed El Ahmed yê ji Sûriye hat û hêj nû mafê penaberiyê girtibû, li Çotgeha Dewaran a Efeler a Aydinê ket çala gubreyê dewaran û jiyana xwe ji dest da. Ahmed ê li çotgehê kar dikir û 15 meh berê mafê penaberiyê stend, di çala 2 metre ya gubreyê sewalan werbû û jiyana xwe ji dest da. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG-M) li ser hesabê twîtterê wêne parve kir û diyar kir ku li şopa Ahmed tenê gîzme û fanêreyê wî maye.