AMED- Li Taxa Koşka Ferît a navçeya Yenîşehîrê, wesayîtek hat şewitandin.
Li Taxa Koşka Ferît a navçeya Yenîşehîr a Amedê, nêzî Fîskaya, di saetên şevê de, wesayîtek hat şewitandin. Welatiyên taxê yên dîtin ku wesayît dişewite, agahî dan ekîbên agirkuj. Ekîbên agirkuj ên hatin cihê bûyerê, mudaxileyî şewatê kirin.
Piştî şewitandina wesayîtê gelek maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê û tax dorpêç kirin.
Derbarê şewitandina wesayîtê de tu agahî nehatin bi dest xistin û nehat zanîn ku kê wesayît şewitand.