ENQERE - Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberiyê ya HDP'ê Gulsum Agaoglu, helwesta cudakariyê ya Şaredarê Bolmuyê ku li dijî enaberên Sûriye nîşan dide rexne kir û wiha got: "Divê alîkariya malî û civakî ya ji ser penaberên Suriyeyî qut kiriye dîsa bide wan. Em bang dikin ku dest ji cudakariya navbera penaberên Sûriyeyi berdin."
Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu, têkildarî alîkariya civakî u malî ya li ser penaberên Sûriye hatiye qutkirin daxuyaniyek nivîskî da. Agaoglu, anî ziman ku piştî hilbijartinê li Boluyê Şaredariê Bolu Tanju Ozcan yê nû hatiye hilbijartin alîkariya civakî û malî ji ser penaberên Sûriye qut kiriye. Çawa ku mazbata xwe girt ewil dest bi qutkirina alîkariya ji ser penaberên Sûriye qut kiriye. Em diyar dikin ku vê helwesta Birêz Tanju Ozcan a li dijî penaberên biyanî qebûl nakin. Em dixwazin ku bêtir hesas nêzîkî penaberan bibe û cudakariyê nexin nava penaberan û alîkariya ku qut kiriye dîsa bidin wan."