XERPÊT - Rayedarên Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xerpêtê, li girtî Cengaver Aykûl ê 116 rojin di greva birçîbûnê deye, 3 meh hevdîtina vekirî û ya girtî qedexe kir. Rayedar zorê li Aykûl ê rewşa tenduristiya wî giran bûye, dike ku dest ji greva birçîbûnê berde û gefa ‘mudaxileya bi zorê’ lê dixwin.
Çalakiya Cengaver Aykûl ê ji 16’ê Kanûnê ve li dijî tecrîdkirin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xerpêtê dest pê kir di roja 116’an de berdewam dike. Rêveberiya girtîgehê di çarçoveya cezayê dîsîplînê de, 3 meh hevdîtina vekirî û ya girtî li Aykûl qedexe kirin.
Rayedar zorê li Aykûl ê rewşa tenduristiya wî giran bûye û pir kîlo daye dike ku dest ji greva birçîbûnê berde û gefa ‘mudaxileya bi zorê’ lê dixwin. Aykûl ê 3 mehan hevdîtinê bi malbata xwe re neke, tenê wê li ser telefonê hevdîtinê bike.
Bijîşkê ji aliyê Wazareta Tenduristiyê ve hatiye peywirdar kirin, zoriyê li Aykûl ê rewşa wî giran bûye dike ku dest ji çalakiya xwe berde û gefa ‘mudaxileya bi zorê’ li wî dixwe. Aykûl ê dermankirinê qebûl nake, diyar kir ku ewê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.