RIHA – Li Wêranşarê endamên Meclîsa Şaredariya Wêranşarê yên HDP’ê Celîl Çelebî û Ramazan Dîrîl jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê polîsan bi ser malan de girt. Li gundên çolterê yên Wêranşarê jî eskeran bi ser malan de girtin. Polîs û eskeran malên welatiyan serûbin kirin û 8 kes binçavkirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Wêranşarî yên HDP’ê Celîl Çelebî û Ramazan Dîrîl ku di 31’ê Adarê de hatin bijartin jî di nav de 8 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.