NAVENDA NÛÇEYAN - Dîroknas Şefîqe Elî (Leylanî) piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got; “Piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkanan, Leyla Guven pêşenga serdemê ya jinên Kurdane.”
Dîroknas Şefîqe Elî ya bi navê Leylan tê naskirin a 84 salî û heta niha gelek pirtûk nivîsîne, piştgirî da çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Leylan ji Ajansa RojNews re axivî û Leyla Guven silav kir. Leylan piştgiriya xwe anî ziman û wiha got; “Ez çavê Leyla Guven maç dikim. Piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkanan Leyla pêşenga serdemê ya jinên Kurde. Ez di wê hêviyêdeme ku wê çalakiyên greva birçîbûnê bigihin armanca xwe. Wê serkeftin ya gelê Kurd be û mirin ji bo dagirkerên Kurdistanê be. Kesên ku alîkariya dagirkeran dikin xiyanetê dikin. Wê bi nêrînên Ocalan hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn azad bibe. Ji ber ku hemû mirovatî û nivîsên Ocalan rastiyeke ji bo têkoşînê.”
'KESÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ DERNEKEVIN XIYANETKAR E
Leylan, herî dawî bêdengiya aliyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Ocalan jî rexne kir û got; “Her kesê ku helwestek li dijî tecrîdkirina Ocalan nîşan nede û xwedî li Ocalan dernekeve, xiyanet kare. Divê herkes piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike. Pêwîste parêzer Ocalan bibînin, ger ev yek pêkwere wê çareseriyek ji bo gel were dîtin.”