MÊRDÎN - Hevseroka MTO Dr, Derya Etem, diyar kir ku dema xeternak ji bo girtiyên di greva birçîbûnê dene, destpê kiriye û got: “Divê destûr ji bo rêxistinên tundirûstiyê bê dayîn ku li girtîgehan lêkolîn bikin. Ji bo vê em bang li Wezareta Dadê dikin.”
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û 7 hezar girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 9 girtî 95 rojin di greva birçîbûnê dene û 133 girtî jî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Odeya Bijîşkên Merdînê gelek caran serlêdan kir ku li girtîgehan rewşa tenduristiya girtiyan bişopîne, lê bi tu awayî bersive ji bo daxwazên wê nahet dayîn.
Hevseroka Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO) Dr. Derya Etem, diyar kir ku ji bo bi girtiyan re hevdîtin bikin 3 caran serlêdan kirin û wiha axivî: “2 serlêdanên me ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta ‘Girtîgeh bêyî destûra Wezareta Dadê nikare ji derve bijîşkan bigire’ hatin redkirin. Serlêdana me ya sêyemîn jî rêveberiya girtîgehê bi hincetên cuda redkirin. Ji bo girtiyên destpêkê ketine grev birçîbûnê de dema xeternak destpê kiriye. Zikê girtiyan diêşe, kişîna masûlkeyan heye. Dîsan zikçûniya bi xwîn heye. Di 4 girtiyan de zikçûyînê dest pê kiriye. Girtiyek jî nikare baş xweziya xwe daqûrtîne û qirika wî ziwa dibe. Çerme girtiyan ziwa dibe û birînên mîna pirzikan di laşê wan de der bûne. Ji xwe piştî 90 rojan, parastina pergala laşê mirovan qels dibe.”
‘PIŞTÎ 50 ROJAN ASTA KRÎTÎKBÛNÊ DERBAS DIKE’
Dr. Etem, da zanîn ku divê êdî girtiyên di grev birçîbûnê de bigirin qawîşên hewadar û wiha got: “Piştî 50 rojan asta krîtîkbûnê derbas dike. Divê hemû girtî ligel hev bên girtin û kesên ji derve biçin gel wan jî lazime ku rûpûşan bi rûyê xwe ve bikin. Girtî jî divê êdî rûpûşan bi rûyê xwe ve bikin. Êdî dem hatiye ku Wezareta Dadê destûrê bide, rêxistinên tenduriyê ku hevdîtinê bi girtiyan re bikin. Wezareta Dadê divê ji bo van serlêdanan dest bi hevdîtinan bike. Ev yek ji bo tenduristî û jiyana girtiyan pir girînge.”
‘DEMILDEST DIVÊ HEVDÎTIN DESTPÊ BIKIN’
Dr. Etem, destnîşan kir ku wan bi navbeynkariya parêzran form ji girtiyan re şandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyan di formên tije kirin de, bi biryarin ku çalakiya xwe dewam bikin. Ev yek rewşa cîddiyeta pirsgirêkê datîne holê. Em êdî bi rîsk û xeteriyên jiyanî re rû bi rû ne. Divê demildest ji bo daxwazên girtiyan hevdîtin bên kirin û ev pêvajo bê bi encam kirin.”