ÎZMÎR – Rabîa Biyikli ya girtî diyar kir ku bi destên kelepçekirî welidiye û li wê û pidika wê îşkence hatiye kirin.
Rabîa Biyikli ya li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê nameyek şand Ekîba Hatiye Dîtin (Gorulmuştur). Biyikli di nameya xwe de anî ziman ku destê wê kelepçe kirine û welidiye. Biyikli got ew di 10’ê Îlona 2018’an de hêj ducanîbûna wê 5 mehî bû hatiye girtin û 10 roj di binçavan de maye û îşkence lê hatiye kirin. Biyikli got ew di 20’ê îlonê de hatiye girtin û şandine Girtîgeha Jinan a Xarpêtê.
‘DESTÊ MIN KELEPÇE KIRIN Û EZ WELIDÎM’
Biyikli got niha pidika wê Mavî 45 rojî ye û ew û pidika xwe bi gellek binpêkirina mafan û muameleyên rûmeta mirovahiyê binpê dike re rû bir û mane. Biyikli da zanîn ku ew dixwaze her kes çîroka wê û pidika wê bizanibe û di vê mijarê de hesasiyet bê nîşandan. Biyikli anî ziman ku dema ew ducanî bû wê dibirin nexweşxaneyê bi kelepçeyê dibirin û got: “Bi darê zorê min bi kelepçe kirin û neçar kirin ku ez bi kelepçeyê biwelidim. Ez du rojan bi îşkenceyê re rû bi rû mam. Hêj pidika min 38 rojî bû ji Girtîgeha Xarpêtê min sirgûnî Girtîgeha Kayseriyê kirin. Bila ev yek neyê serê tu dayikek dinê.”