ŞIRNEX – Qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi 220 milyon TL şaredariyê dewr kir. Derket holê ku qeyûm 4 meh berê hilbijartinê avahiya şaredariyê jî di nav de gellek neguhêzbarên şaredariyê, du rê û Qada Cumhuriyetê jî dewr kir.
Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu deynê qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi raya giştî re parve kirin. Hevşaredaran ragihand ku dema qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin 36 milyon TL di kasa şaredariyê de bûye û wan îro bi 220 milyon û 793 hezar lîreyî dewr girtine û di kasayê de tenê 20 hezar TL yê bi kar bînin heye.
Hevşaredar dê têkilardarî deyn û kirinên qeyûm di rojên pêş de bi berfirehî raya giştî agahdar bikin.
DU RÊYAN DEWRÎ EMNIYETÊ KIRIN
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gelek neguhêzbarên aîdî şaredariyê di nava 4 mehên dawî de bi destê qeyûm dewrî saziyên cuda hatine kirin.
Van dewrkirinan bi spartina “Biryara Meclîsê" pêk anîne û di nava dewrkirinan de avahiya şaredariyê, mezbaha, navenda jinan,mala sersaxiyê, qada parke, Qada Cumhuriyetê û du rêyên derdikevin emniyetê jî ku hene.
Lîsteya neguhêzbarên bi piraniya wan dewrî Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û Miduriyeta Perwerdehiya Millî ya Navçeyê kirine wiha ye:
"* Navenda Çandê ya li Taxa Nûrê bi 11,917,667.97 lîreyî firotin Emniyeta Navçeyê.
* Avahiya şaredariyê ya li Taxa Şah dewrî qeymeqamiyê kirin.
* Mezbaha li Taxa Yafesê di 1’ê cotmeha 2018’an de dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê hatiye kirin.
* Qada Cumhuriyetê ya ku bi temamî kirine beton di 1’ê cotmeha 2018’an de dewrî Emniyeta Navçeyê kirin.
* Qada Îtfaiye ya li Taxa Kaleyê di 4’ê sibata 2019’an de dewrî Dozgerê Komarê kirin.
* Kirathaneya Millet a li Taxa Dîcleyê di 11’ê çileya 2019’an de dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê kirin.
* Navenda Zanistê ya li Taxa Konakê ku mulkê wê aîdî xazîneyê ye di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê kirin.
* Navenda Jinan a Sitiya Zîn ku li Taxa Dîcleyê ye di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê kirin.
* Navenda Jinan a Nur û Mala Şînê yên li Taxa Nurê di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê kirin.
* Kursa Quranê ya Îbnul Cezerî ya li Taxa Dagkapi di 8’ê çileya 2019’an de dewrî Muftîtiya Navçeyê kirin.
* Rêya li Taxa Konakê ku diçe emniyetê (235 ada, 47 parsel) di 8’ê adara 2019’an de dewrî Miduriyeta Navçeyê kirin.
* Rêya li Taxa Konakê ku diçe emniyetê (238 ada, 9 parsel) di 8’ê adara 2019’an de dewrî Emniyeta Navçeyê kirin.