AMED - Malbatên girtiyên 41 rojin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî tecrîdê d greva birçîbûnê dene bang li Wezareta Dadê û DMME kirin û gotin: “Ji girtîgehan tabût derdikevin. Ma DMME li ku ye? Gelo Wezareta Dadê dê kengî dengê me bibihîse? Ma li bendêne ku 7 hezar kes bimirin?”
Malbatên girtiyên 41 rojin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bang li Wezareta Dadê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) kirin.
‘GELÛ HÛN LI BENDÊNE 7 HEZAR MIROV BIMIRIN’
Bavê Serhat Kûşlû yê 3 salin girtiye Alîhan Kûşlû, diyar kir ku kurê wî 116 rojin li girtîgehê di greva birçîbûnê deye û wiha axivî: “Rewşa tenduristiya kurê min nebaşe. Berî rewşa tenduristiya girtiyan girantir bibe divê demildest tecrîd bê rakirin. Ma mirovahî miriye? Ma Kurd ne mirovin. Ji girtîgehan tabût derdikevin. Ka DMME li ku ye? Gelo Wezareta Dadê dê kengî dengê me bibihîse? Ma li bendêne ku 7 hezar kes bimirin?”
‘ME ZAROKÊN XWE JI BO MIRINÊ MEZIN NEKIRINE’
Dayika Kemal Polat ê ji 1’ê Adarê ve li girtîgehê di greva birçîbûnê deye, Xezal Polat jî, anî ziman ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de meşrûne û got: “Divê tecrîda li ser Ocalan rabe. Bila tecrîd rabe. Me zarokên xwe ji bo mirinê mezin nekirine. Bila daxwazên wan bi cih bînin. Ma heya kengî emê bimirin.”
‘ÊDÎ DILÊ ME NA ŞEWITE ’
Dayika girtî Mehmet Şirîn Polat ê 41 rojin di greva birçîbûnê deye Emîne Polat jî, bertek nîşanî bêdengiya heyî da û wiha bilêv kir: “Ez bang li Wezareta Dadê dikim. Ji bo aştî pêşbikeve, kurê min 41 rojin di greva birçîbûnê deye. Êdî dilê me naşewite. Ma dê heya kengî wisan dewam bike? Tecrîda ser li Ocalan, tecrîda li ser me ye. Bila êdî tecrîd bi dawî bibe û dayik rondikên çavan ne barînin.”