AMED – Endamê HDP’ê Salîh Tekîn ê li avahiya HDP’a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û hat girtin û çend roj berê hat berdan. Tekîn niha çalakiya xwe li mala xwe didomîne.
Endamê HDP’ê Salîh Tekîn ê ku li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Di serdegirtina polîsan de Tekîn hat girtin. Tekîn di 5’ê Nîsanê de hat berdan û niha li mala xwe greva birçîbûnê didomîne.
Tekîn li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salih Cansever, Îsmer Yildiz û Bîlal Ozgezer di 3’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di serdegirtina polîsan de li Tekîn, Yaşar, Cansever, Yildiz û Ozgezer ji ber greva birçîbûnê cara duyemîn hatibûn binçavkirin.
Tekîn jî li gel hevalê xwe bi îdaya “endamtiya rêxistinê” di 12’ê adarê de hatibû girtin.
‘BI BIRYAR IM’
Tekîn ê ji roja hatiye girtin ve dest ji çalakiya xwe berneda û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî çalakiyê didomand. Tekîn ê li mala xwe çalakiyê didomîne ji me re axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê seknek ehlaqî û polîtîk e û çalakiya wan di heman demê de qonaxek ku li Tirkiyeyê pêşî girtina xetimandinê dê vebike ye. Tekîn da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq û mirovahî ji holê hatiye rakirin û got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Birêz Leyla Guven da destpêkirin di heman demê de bersivek li dijî bêhiqûqiyê ye. Pêwîstbû li dijî vê faşîzmê mirov bibûya dengek. Biryara min bi vî awayî ye û ez bi biryar im bidomînim.”
‘HETA TECRÎD RABE’
Tekîn got heta tecrîd bi dawî nebe dê dev ji çalakiya xwe bernede. Tekîn got ew nêzî mehekê li girtîgeha Amedê maye û girtiyên li wir ên destpêkê gellek zeîf bûne û rewşa wan nebaş e.
‘DIVÊ HER KES BERTEK NÎŞAN BIDE’
Tekîn da zanîn ku ji 1999’an ve li ser Ocalan tecrîd didome û got: “Birêz Leyla Guven heqîqet, awêne û wîjdana vî welatî ye. Tecrîd ne hiqûqî û ne ehlaqî ye. Tecrîd sûcek mirovahiyê yê netewî û navnetewî ye. Divê her kes bertek nîşanî sûcê mirovahiyê bide.” Tekîn diyar kir ku divê grevên birçîbûnê ji aliyê her kesî ve baş bê xwendin û li Tirkiyeyê vekirina rêyên demokratîk û pêkhatina aştiyê girêdayî rakirina tecrîdê ye.
MA / Esra Solîn Dal