KOCAELÎ – Malbatên 6 girtiyên duh li ber Girtîgeha Gebze dest bi çalakiya nobetê kirin û hatin binçavkirin, bi şev hatin berdann. Însîsiyatîfa Piştevahiya Zindanan a Marmara, diyar kir ku rojî dê nobeta xwe berdewam bike.
Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, duh bi armanca piştevaniyê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirin. Malbat piştî hevdîtina bi zarokên xwe re kirin, li hev kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û 6 kes hatibûn binçavkirin.
6 kesên hatin binçavkirin, piştî îfade dan ewlekariyê serbest hatin berdan.
‘EMÊ ÇALAKIYA XWE DEWAM BIKIN’
Înîsiyastîfa Piştevaniya Zindanan a Marmara, derbarê binçavkirinan de daxuyanî da û got: “Çalakiya rûnştinê ya nobeta bêdem û bêdorveger a malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebze li darxistin, şevê din bi operasyona binçavkirinê, hat xwestin bê şikandin. Lê malbatên me di çalakiya xwe de bi israrin. 6 dayikên me yên hatin binçavkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan îfade dan hatin berdan. Emê Îro çalakiya xwe dîsa li ber Girtîgehah Gebze berdewam bikin. Em bang li hemû gelê xwe, gelê Tirkiyeyê yê domokratîk, nivîskar û rewşenbîran dikin ku bi piştevaniyek mezin, xwedî çalakiya me derkevin. Ji bo ku mirin pêk neyên deng bidin zindanan.”