RIHA - Mûkadder bînîcî, xwişka Mehmet Bînîcî ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ye û bang li dewletê kir ku gavina bavêje.
Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Rihayê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Mehmet Bînîcî ye. Bînîcî ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Bînîcî, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir ku tenê ne xizmên girtiyan divê her kes guh bide vê çalakiyê.
Xwişka wî Mûkadder Bînîcî, anî ziman ku rewşa girtiyên li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ne her diçe xirabtir dibe.
‘EM BIBIN DENGÊ WAN'
Bînîcî, bilêv kir ku îna borî ew çûye girtîgehê. Bînîcî, diyar kir ku moralê birayê wê pir baş bûye, lê belê hinekî zihîf bûye. Bînîcî, destnîşan kir ku li girtîgehê rewşa hemû girtiyên di greva birçîbûnê de pir baş e û bawer dikin ku wê têkoşîna wan bi ser bikeve.
Bînîcî, bilêv kir ku birayê wî bang li raya giştî kiriye ku bibin dengê çalakiya wan û got: "Di vî warî de ji destê kê çi tê divê bike û bi awayekî xurt bibin dengê girtîgehan."
Bînîcî, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî û got: "Daxwaza wan daxwaza me ye. Ev tecrîd tenê ne li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû welat tê tecrîdkirin. Niha Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî. Sedema vê yekê jî ew e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan li tevahiya welat berbelav bûye. Eger tecrîd bi dawî bibe wê tecrîda li ser welat jî bi dawî bibe."
Bînîcî, anî ziman ku li gelek deverên cîhanê mirov ji bo tecrîd bi dawî bibe dixwazin Ewropa zorê bide Tirkiyeyê û got: "Lê belê Ewropa guhnedêriyê dike. Ev yek pêvajoyê xedartir dike. Kesên di greva birçîbûnê de dixwazin Tirkiye li gor qanûnên xwe tev bigere. Berî li girtîgehan mirin zêde bibin, divê Tirkiye dev ji vê bêhiqûqîtiyê berde û tecrîdê bi dawî bike."
‘JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DIVÊ BIKE'
Bînîcî, bang li raya giştî û rêxistinên civaka sivîl kir û got: "Niha grevên birçîbûnê ketine reyeke vegera wê tune ye. Divê piştî vê saetê ji bo dewlet gavina bavêje her kes zorê bide dewletêê. Di vî warî de ji destê kê çi tê divê bike."