AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku AKP ji bo tahsîsata meha Nîsanê bi îtirazan pêvajoyê taloq dike û mazbatayan nade û ev berdewamiya pêvajoya xespkirinê ye.
AKP, tevî Şaredariya Mezin a Amedê li 14 navçeyên ku HDP'ê şaredarî bi dest xistin îtiraz kir. Ji ber van îtirazan mazbatayên hevşaredarên HDP'î yên hatine hilbijartin nayê dayîn. Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, pêvajoya îtirazê nirxand û sedemên nedayîna mazbatayan yeko yeko nirxandin.
Guzel, bilêv kir ku li Amedê wan şaredariyên di dest qeyûman de hema bêje hemû bi dest xistine, lê belê AKP'ê dîsa îtiraz kiriye. Guzel, destnîşan kir ku ji bo îtiraza AKP'ê bêq ebûlkirin divê ferqa di navbera dengên nehatine hesibandin û dengên partiya wan girtine esas bên girtin. Guzel, diyar kir ku lê belê wê îtirazên hatine kirin encamê neguherînin.
‘JI BO XESPKIRINÊ'
Guzel, anî ziman ku AKP bi îtirazan pêvajoya dayîna mazbatayan taloq dike û got: "Ev yek berdewamiya pêvajoya xespkirinê ku bi qeyûman dest pê kir. Girtina kar a karkean, bi mantiqa talanê dewrkirina mal û milkên şaredariyê, ji avahiyên şaredariyan derxistina eşyayan çend mînak in. Ji bo xespkirinê demê ji xwe re peyda dikin."
‘LI BENDA TAHSÎSATÊ NE'
Guzel, diyar kir ku wê YSK encamên teqezbûyî di 13'ê Nîsanê de aşkere bike, lê beriya 13'ê Nîsanê wê tahsîsata meha Nîsanê ji şaredariyan re bê şandin û got: "Vê pêvajoyê ji bo vê tahsîsatê taloq dikin. Bi wergirtina tahsîsatê dixwazin xespeke din jî bikin."
MA / Ozgur Paksoy