AYDIN - Dadgehê di çarçoveya operasyona bi navê "Aydin KCK" de, bi îfadeyên şahidên xeyalî ceza li 19 kesan birî. Dozger di mutalaaya xwe de, cotmeha borî de xwest kesê di Cotmeha borî de jiyana xwe ji dest da jî bê cezakirin.
Li Aydin û navçeyên wê, di Gulana 2010'an de di bin navê "KCK"ê de operasyonek hat lidarxistin û di vê çaçroveyê de der barê 32 kesan de bi îdiaya "endamtiya Meclîsa Bajêr a KCK"ê doz hat vekirin. Doz bi dawî bû. Di çaçroveya dozê de bi îdiaya "endamtî û propagandaya rêxistinê" ceza li 19 kesan hat birîn.
Li Mehmet Parilti, Suleyman Kizilay, Mehmet Şerif Suren, Kemal Eroglu, Cihan Turan, Orhan Çiçek, Şemsettin Demir, Cengiz Kara, Halil Turhan, Hayrettin Oner, Şirin Nesim Erikli, Mehmet Durmuş, Nejat Kaya, Nureddin Sevilgen, Suleyman Demir, Yasin Şen, Şehmuz Acar b îdiaya "endamtiya rêxistinê" herkê 6 sal û 3 meh ceza û li Vedat Gevîkogûllari û Cemîl Tokat jî herkê 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Her wiha dozger xwest bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 10 sal ceza li Siddik Aydogdû jî bê birîn, lê belê ji ber di Cotmeha borî de Aydogdû jiyana xwe ji dest da, dosyeya wî hat betalkirin. Her wiha dadgehê ceza li Sevim Devrim, Gulizer Ozdemir, Şirin Başkurt, Berfin Aslan, Leyla Polat, Gulten Suvariogullari, Heybet Ozdemir, Gulustan Demir jî birî, lê belê cezayê wan taloq kir.
Di dozê de Şerife Başkurt, Hikmet Ozdemir, Huseyin Dinler û Selam Demir jî beraat kirin.
Suleyamn Kizilay ku di çarçoveya dozê de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, anî ziman ku ji ber vê dosyeya ku delîlên berbiçav tê de tune ne 3 salan girtî maye. Kizilay, destnîşan kir ku bi îfadeyên şahidên "xeyalî" hatine girtin û ew îtirazî vê biryarê bikin.
Ekrem Aydogdû jî diyar kir ku bavê wî Siddik Aydogdû di çarçoveya vê dosyeyê de di 71 saliya xwe de hatiye girtin û piştî 9 mehan hatiye berdan. Aydogdû, bilêv kir ku bavê wî Cotmhea borî jiyana xwe ji dest daye, lê belê heta dawiya dozê jî navê wî di dosyeyê de derbas bûye. Aydogdû, anî ziman ku ji ber bavê wî li Ortaklarê ketiye navbera du malbatên xeydan û wan li hev aniye, ev pêkanîna wî wekî "fealiyeta KCK'ê" hatiye nîşandan.
Aydogdû, anî ziman ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bavê wî xwestiye biçe Îngîltereyê serdana birayê wî yê ji ber pençeşêrê tedawî dibû, lê belê ji ber vê dozê bavê wî nikaribûye biçe. Aydogdû, anî ziman ku ew ê ji ber vê mexdûriyetê doza tazmînata manewî û maddî tev de bikin.