SÊRT - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de Mehmet Kaçar û Îzettîn Sevîlgen, diyar kirin ku daxwazên girtiyaan daxwazên di cî de ne û got: "Em li dor girtiyan bibin xelek û tecrîdê bişikînin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tcerîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan bi hezaran girtî jî di greva birçîbûnê de ne.
‘EM LI DOR WAN BIBIN XELEK'
Li girtîgehê yek ji girtiyê di greva birçîbûnê de jî bavê du zarokan Mehmet Kaçar (30) e. Kaçar, 6 meh in di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye û 5 sal ceza lê hatiye birîn. Kaçar, ji 23'yê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Bavê wî Deham Kaçar (50), diyar kir ku kurê wî gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike. Bav Kaçar, anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwazeke mafdar û di cî de ye. Kaçar, got: "Bang li gelê kurd dikim. Em li dor girtiyan bibin xelek û tecrîdê bişikînin. Bila ji girtîgehan cenazeyên zarokên me dernekevin. Em jiyaneke birûmet bijîn. Wê zarokên me bêrûmetiyê qebûl nekin û teslîm nebin."
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Her wiha li Girtîgeha Tîpa D a Gîresûnê jî Îzzettîn Sevîlgen (51) jî ji 41 roj in di greva birçîbûnê de ye. Sevîlgen 28 sal in girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Hevjîna wî Husna Sevîlgen (47), diyar kir ku hevjînê wê nexweş e, lê belê divê gel li ber xwe bide û got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e."